Şêxmeqsûd tê topbarankirin: Birîndar hene

Şêxmeqsûd tê topbarankirin: Birîndar hene

Li Helebê şerê di navbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyeyê de dîsa ji bo taxên kurdan hilweşandin anî. Hate ragihandin ku, ji demjimêr 02.00’ê sibehê û vir ve Taxa Şêxmeqsûd tê topbaran kirin. Di encama topbarana ku didome de gelek kes birîndar bûn û avahî hilweşiyan. Welatiyan dest bi koçê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, li Cisrê Ewarib a li destpêka Taxa Şêxmeqsûd di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Di dema pevçûnê de hêzên rejîmê rojhilat û rojavayê Taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di topbarana ku di demjimêr 02.00’an de destpê kir û hîn didome de, welatiyên ku birîndar bûne hene û gelek avahî jî hilweşiyan e.

Hate ragihandin ku, ji ber topbaranê bi sedan kesan dest bi koçê kiriye û berê xwe daye bajarên Efrîn, Kobanê û gundên derdorê.

Pevçûnên di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de jî didome.

Di 29’ê Adarê de jî, piştî ku hinek komên çekdar xwestin bikevin Taxa Şêxmeqsûd, di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di vê pevçûnê de jî hêzên rejîmê Şêxmeqsûd topbaran kiribû. Di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bibûn.