Serxwebûn û azadî bi têkoşîna bi zêhniyeta demokratîk pêk tê

Heger Kurd dixwazin xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk û serxwebûna bi rastî, rêya vê yekê di projeya demokratîkbûyînê ya Rêberê Gelêî Kurd re derbas dibe ku xwe disipêre neteweya demokratîk.

Li Başûrê Kurdîstanê referandûm bi rê ve çû. Pênedîtin û amadenebûna rêveberiya PDK´ê li Başûrê Kurdistanê kêm nekirin, rewşeke ku ev pirsgirêk girantir kirin derxist holê. Kesên ku digotin, destketiyên Kurdan wê bi referandûmê xurt nebin, mafdar bûn. Derket holê ku ji bo jiyana Kurdan a azad û serbixwe, demokratîkbûn divê. Li Başûrê Kurdistanê bi helwêsteke demokratêk û projeya demokratîkbûyînê, Kurd wê ne tenê li herêemên li ser wan nehatiye lihevkirin, li tevahiya Iraqê bibûna hêza herî bi tesîr. Lê belê, ji ber siyaseta şaş a PDK´ê dayî ber xwe, niha hem bi gelê Ereb û hikûmeta navendî re bi hev diçin, hem jî di warê herêmên li ser wan nehatî lihevkirin jî, destê wan xurt nebû, heta qels bûn. Dema ku mirov pirsgirêkên din hemûyan jî li ber çavan bigire, divê mirov bixe ber lêpirsînê ka referandûmê ji bo Kurdan çi bi xwe re anî û çi ji wan kêm kir. 

Mesele ne ew e, ka Tirkiye ambargo dike yan na. Heger partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û xelkê wê helwêsteke rast a bi îrade nîşan bidin, ambargoya Tirkiyeyê wê li wê vegere. Aboriya Tirkiyeyê wê ber jêr biqulibe. Helbet ev ê bibe, dema ku Başûrê Kurdistanê hin zehmetiyên aborî li ber çavan bigire. Lê belê van salên dawiyê Başûrê Kurdistana ku fêrî jiyana rehet bûye, gelo çi qasî ji bo vê yekê amade ye, em bi wê nizanin. Lewma, van herdu salên dawiyê xuya bû ku rastiyeke civakî derketiye holê ku nikarîbû xwe li hin zehmetiyên aborî jî ragire. Heger xwe ji vê haletî ruhiyeyê xilas bikin, gefxwarinên Tirkiyeyê wê pûç bibin. Ya divê bi tenê ew e ku 6 mehan salekê xwe li zehmetiyan ragirin.

Em behsa rewşên aborî yên neerênî yên ku referandûm va ye rê li ber wan vedike, nakin. Ji ber ku, heger civak dixwazin azad û serbixwe bijîn, dikarin xwe li ber zehmetî û zoriyên bi vî rengî ragirin. Gelekî mîna Kurdan ku ketiye ber cendereya qirrkirinê dikare xwe li bêhtir zehmetiyan jî ragire. Lê belê, şaşîtiyên stratejîk û siyasî ji ber ku gelek tişt bi Kurdan dane wendakirin, divê mirov wan bixe ber lêpirsînê.

Halê hazir, Kurdên Başûr ketine pêvajoyekê ku wê esas ne di warê aborî de, di warê siyasî de bi zehmetiyên giran re rûbirû bibin. Siyaseta şaş a PDK´ê rewşên welê derxistine holê ku ne tenê zerarê li Başûrê Kurdistanê dikin, lê belê zirarê dikin li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya tevahiya parçeyên Kurdistanê.

Kurd miletek in ku di cendereya qirrkirinê de ne. Heger gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê nebe xwediyê jiyaneke azad û demokratîk, ne mumkin e ku bi temamî ji vê cendereya qirrkirinê rizgar bibe. Ji ber ku, dewleta Tirk pêşengiya qirrkirina Kurdan dike. Siyaseta van her 4-5 salên dawiyê ya deshilatdariya AKP´ê piştrast kiriye ku dewleta Tirk pêşengê dijminatiya Kurdan e. Bêguman, Îran jî di siyaseta xwe ya xwe ya hişk a desthilatdariya li ser Kurdan israr dike û li ser vî esasî bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. PDK ev bi salan e ku hevkariyeke xurt bi desthilatdariya AKP´ê re dike, desthilatdariya AKP´ê bi vê hevkariya xwe di warê pirsgirêka Kurd de rehet kiriye, û zerareke mezin gihandiye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê. Heta, tevî ku li Bakurê Kurdistanê şert û mercên çareserkirina pirsgirêkê derketibûn holê jî, desthilatdariya AKP´ê bi desteka PDK´ê dayî, bû xwedî derfet ku xwe nede ber çareserkirina pirsgirêka KUrd û xwe jê bide alî. Heger PDK´ê destek nedana AKP´ê, pirsgirêka Kurd wê li Bakur bihata çareserkirin, Başûrê Kurdistanê jî wê bi pirsgirêkên îro bi wan re rûbirû bûye, rûbirû nemaye. Dewleta Tirk ku di pirsgirêka Kurd de pêşeng e, bi AKP´ê dijminên klasîk ên Kurdan anîn cem hev û ne tenê li têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê, ew gefan li destketiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dixwe.

Heger PDK´ê siyaseteke xwe dispêre Tirkiyeyê nedaya ber xwe, niha rewşa Kurdan li Iraqê wê ji ya niha bi gelekî baştir û xurttir bûya. Desthilatdariya AKP´ê kir ku PDK bi Iraqê, Îranê û welatên din re bikeve rewşeke pevçûnê. Niha ne ku bi tenê wê tenê dihêle, lê belê rabûye û bûye dijberê Başûrê Kurdistanê. Bi vî awayî çêtir hatiye fêmkirin ku dijminê herî mezin ê destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî desthilatdariya AKP´ê û dewleta Tirk in. Ya ku Iraq û Îranê bi xwe jî li dijî destketiyên li Başûrê Kurdistanê sor dike, dîsa desthilatdariya Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli ye. Meylên miliyetperwer ên li çar parçeyên Kurdistanê divê baş bibînin ka dijberiya Apo û PKK´ê Kurdan çawa ber bi rêyeke çûnûnehatê ve dibin. Jixwe, wan ê ku heta bi demeke kurt desthilatdariya AKP´ê difirotin Kurdan jî ev rastî dîtin. Lê belê fêrbûnên bi vî rengî rêbazên xirab ên fêrbûnê ne. Kurd divê êdî xwe ji vî awayê fêrbûnê xilas bikin.

Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Iraqê destketiyeke girîng bi dest aniye û bûne xwedî derfetin mezin. Ya rastî di asteke mezin de jî bûne xwedî serxwebûnê jî. Ji federasyonê û wêde, xwedî statuyeke konfederasyonê bûn. Heger bi siyaseteke demokratîk Kurd veguherandana civakeke birêxistinkirî ya demokratîk wê niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li seranserê Iraqê posîzyona Kurdan wê xurttir bibûna. Heger bibûna xwedî helwêsta demokrasiya cihî û xweseriya demokratîk, Şengal û Kerkûkê wê weke herêmên xweser statuya Kurdan xurt bikira. Siyaseteke ku civaka demokratîk û demokrasiyê esas bigire, li herêmên li ser wan nehatiye lihevkirin wê Kurdan bike hêz û pozîsyona Kudan li Iraqê jî xurttir bike. Lê belê bi handan û teşwîqên desthilatdariya AKP´ê, bi dogmatîzma bûna netewe-dewlet û ezperestiya bûna desthilata navendî li Kurdistanê, Kurd hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Iraqê xistiiye pêvajoyeke zehmet û bi pirsgirêk. Jixwe, gavên bi vî rengî ku xwe nasipêrin yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî ne mumkin e ku bigihîjin encamê.

Piştî fiyaskoya referandûmê, ji çar parçeyên Kurdistanê ji her rengî siyasetvanên Kurd nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên derbarê pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de bêhtir li ber çavan bigirin. Heger Kurd dixwazin xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk û serxwebûna bi rastî, rêya vê yekê di projeya demokratîkbûyînê ya Rêberê Gelêî Kurd re derbas dibe ku xwe disipêre neteweya demokratîk. Xeta siyasî ya ku Rêberê Gelê Kurd afirandiye û rastiya gel a derketiye holê jî ev yek piştrast kiriye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA