Di ser serhildanên destekkirina Berxwedana Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmeha 2017'an re sê sal derbas bûn. Di dîrokê de bûyer hene ku tesîrê dikin li bûyerên dîrokî, siyasî dikin. Ha, serhildanên destekkirina Berxwedana Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê bi dewreke wiha rabûne. Desteka moral a vê berxwedanê bûye xwedî pareke mezin di wê yekê de ku bi Berxwedana Kobanê DAIŞ bê şikandin. Bê guman wan berxwedêr di muhasereya Kobanê ya bi destê DAIŞ´ê de bi qehremanî û fedakariyên mezin ev berxwedan ber bi serketinê ve bir. Lê belê çavkaniya herî sereke ya hêzê ya vê berxwedanê bûne çalakiyên li Bakurê Kurdistanê daîmî bûyî û bi çalakiyên 6-7-8´ê Cotmehê re gihiştî asta herî bilind ên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bûne û pê re jî desteka gelan a bi rasthatina 1´ê Çiriya Paşîn Roja Cihanê ya Kobanê dayî. Dema ku mirov serketina Berxwedana Kobanê dinirxîne divê mirov binê vê rastiyê xêz bike.
Çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê li dijî desthilatdariya AKP´ê û peyvên Erdogan pêk hatin. Armanca Tayyip Erdogan ew bû li ser esasê perçiqandina Şoreşa Rojava Tevgera Rizgariya Kurd bê tesfiyekirin. Dema ku got, "Kobanê ha ket, va ye ket" eşkere nîşan da ku DAIŞ li pişta wî ye. Dema ku di şerekî di nava sînorên Sûriyeyê de aliyê xwe diyar kir, jî ev bû delîleke eşkere ya vê rastiyê. Ji xwe sînorên Tirkiyeyê veguherandibûn baregehên lojîstikê yên DAIŞ´ê. Şervan jî û her awayê alîkariya loijîstikê jî ji DAIŞ´ê re ji Tirkiyeyê diçû. Dinyayê jî ev didît. Li dijî vê siyaseta desthilatdariya AKP´ê û Tayyip Erdogan gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê rabûn ser piyan. Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê bûn bersiveke ji dijminatiya Tayyip Erdogan a li dijî Berxwedana Kobanê.
Di 6-7-8´ê Cotmehê de gelê Kurd, ciwanên Kurd li tevahiya bajar û navçeyên Kurd rabû ser piyan û peyama, tu nikarî dest bidî Kobanê û Şoreşa Rojava da desthilatdariya AKP´ê. Heger tu dijminatiyê bikî li Şoreşa Rojava, hingê em ê desthilatdariya te bi serê te de bînin xwarê. Vê serhildnan ciwanan a ji 28´ê Adara 2006´an ve ya herî mezin, desthilatdariya AKP´ê lerizand. Tirsê girte desthilatdariya AKP´ê, di serî de Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Efkan Ala, rayedarên AKP´ê di ser parlamenterên HDP´yî peyamên lavelavê şandin Qendîlê. Li aliyekî berê xwe dan Îmraliyê, li aliyê din lave lav ji Qendîlê kirin û xwestin çalakî bên rawestandin. Desthilatdariya AKP´ê dema kete rewşa zehmet kevirê xwe danî, helbet ji bo ku dema keysa xwe lê anî weke seyekî êrîş bike!
Di van serhildanan de 35-40 welatparêz û ciwanên Kurd şehîd bûn. Lê belê AKP û Tayyip Erdogan, 2-3 Hizbullahiyên nayê zanîn ka çawa hatine kuştin, derxistin pêş û xwest ser cinayetên polîs, esker û çeteyên faşîst bigire. Bi vê xwest ku bike siyaseta dijminê Kurdan a AKP´ê xuya neke. Ji ber vê yekê ye ku li şûna ku hesab bide, tim û daîm HDP´yiyan gunehbar dike. Ev jî rastiyek e ku HDP´ê nekarî van cinayetên desthilatdariya AKP´ê bixe rojevê. Lê ya rastî li şûna ku xwe biparêzin, diviyabû xwedî helwesteke hesabpirsîna ji AKP´ê bûna.
Serhildana 6-7-8´ê Cotmehê Berxwedana Kobanê ber bi serketinê ve bir, di heman demê de kir ku desthilata AKP´ê siyaseteke nû bide ber xwe. Desthilatdariya AKP´ê ya ku heta hingê bi têkbirina Şoreşa Rojava dixwest Tevgera Rizgariyê tesfiye bike, dît ku ev ê nebe. Fêm kiriye ku heta ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê netepisîne, Şoreşa Rojava wê nefetise. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de ne xwedî siyaseteke çareseriyê ye jî di civîna 30´ê Cotmeha 2014´an a Desteya Ewlekariya Mili ya Tirk de di navê de şer jî bi her şêwaz û rêbazî perçiqandina Tevgera Rizgariiya Kurd hat dayîn. Dîtin ku Kurd xurt bûne, û heger nikaribin pêşiyê li ber bigirin, wê dawî li mêhtingeriya qirrker bê. Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê kir ku mêhtingeriya qirrker li dijî Tevgera Rizgariya Kurd biryara şer bide. Piştî van çalakiyan rûyê rastî yê mêhtingeriiya qirrker û yê AKP´ê derket holê. Çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê wê bi vî aliyê xwe jî di dîrokê de cihê xwe bigirin.
Ahmet Davutoglu dema ku wan 24´ê Tîrmeha 2015’an şer dayî destpêkirin, gotibû, me ev biryar beriya bi salekê dabû, me ferman dabû esker û polîs da ku xwe amade bikin. Bi vî awayî wî bi rengekî eşkere sedema şerê dijwar ê piştî 24´ê Tîrmeha 2015´an îfade kir. Ji ber ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk de 30´ê Cotmeha 2014´an biryara şer dan, Mutabeqata Dolmabahçeyê red kirin, li dijî Rêber Apo tecrîdeke şidandî kirin dewrê û Hilbijartinên 7´ê Hezîranê jî tine hesibandin. Lê belê avahiyên rêxistinkirî yên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Tirkiyeyê û komên demokratîk, çepgir, ev biryar nedîtin, bi rewşa nisbî nerm a serdema bêşer xapiyan û nekarîn li dijî van êrîşan bibin xwedî pozîsyoneke bi rastî ya berxwedanê. Ji ber vê yekê li dijî faşîzmê helwêst û berxwedana pêwîst nehat nîşan dan, û vê jî êrîşkariya faşîzmê zêde kir. Heger îro bi hezaran siyasetvan di zindanan de bin, heger hemû şaredar yan di zindanan de bin yan jî ji wezîfeyê hatibin dûrxistin, parlamenter di zindanan de bin, ya ku ev rewş afirandî ew e ku li dijî biryara fazîşmê ya şer û li dijî êrîşkariya wê berxwedana pêwîst nehat kirin. Ya rastî, heger ew gelê ku serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê pêk anî, heger ber bi serhildanê ve bihatana birin, heger Kurdistan û metropol seranser rabûna ser piyan, hingê mumkin bû berxwedana xwerêveberiyan bi Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk bi encam bibûna.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA