Şervanê YPG’ê Yasir Elî hate veşartin

Şervanê YPG’ê Yasir Elî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Yasir Elî binasnav Orhan ji alî hezaran kesî ve li Qamişlo hat veşartin.

Bi hezaran kes li ber mizgefta Selman Farisî ya li Taxa Entiriyê ya Qamişlo ku cenazeyê Orhan lê hatibû bicih kirin. Girseyê cenaze ji vir li ser Milan hilgirtin û ber bi goristan Şehîd Sarûxan ve oxirkirin. Welatiyan bê navber siloganên ‘’Şehîd na mirin’’, ‘’Bijî berxwedana YPG’’ berzdikin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama YPG’ê, Yekîtiya Star, partiya sosyalîst a Kurdistanî û Saziya Malbata Şehîdan hatin xwendin.

Li ser daxaza şervanê YPG’ê Orhan ku beriya jiyana xwe jidest bide ji nevalên xwe gotibû, li strana hunermend Xelîl Xemgîn hate guhdarkirin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Hediya Yûsif axivî û da zanîn ku dijminên kurdan bi van êrîşên xwe dixazin li destkeftiyên gelê kurd bixin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeyê şeranê YPG’ê ji aliyê girseyê hate defin kirin.