Şervanê YPG’ê Yasir di encama krîza de jiyana xwe ji dest da

Şervanê YPG’ê Yasir di encama krîza de jiyana xwe ji dest da

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yasir Felemez Elî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG’ê Yasir Felemez Elî, di dema li Gundê Til Merûf 15 kîlometre dikeve başûrê Qamişlo bi erkê xwe yê parastinê radibû, krîza dil derbas kir û jiyan xwe jidest da.

Şervanê YPG’ê Yasir Elî Felemez li Qamişlo ji dayîk bûye û nîşteciyê Taxa Enteriya Qamişlo ye û bavê 4 zarokan e.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Yasir Elî Felemez wê sibe saet di 09.00’an de ji mizgefta Selman Farisî ya Taxa Enteriyê were oxirkirin û bi merasîmekê li Goristan Şehîd Delîl Sarûxan wê were defin kirin.