Sersaxiya rojnamevan Mirad Mîrza bi merasîmekê bi dawî bû

Konê sersaxiyê yê rojanemevan Mirad Mîrza Îbrahîm ku li ber derê mala wî ya li Şengalê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Dewleta Tirk a dagirker roja 8’ê Tîrmehê bombe li wesayîta ragihandina çapemeniya azad Çira TV û Çira FM’ê barandibû û di encamê de nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm, kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir û 3 sivîl birîndar bûbûn. Ji ber birîna Mirad Mîrza giran bû, heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Rojnamevan Mirad Mîrza roja 11’ê Tîrmehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li ber mala şehîd Mirad a li Şengalê konê sersaxiyê hatibû vedan. Di nava sê rojan de bi hezaran kes ji Şengal, Başûrê Kurdistanê, rêveberên Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên sivîl serdana konê sersaxiyê kirin. Konê sersaxî di roja sêyemîn de bi merasîmekê hate rakirin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê malbatê ve find hatin pêxistin. Birayê şehîd Mirad Feysel di merasîmê de axivî. Feysel diyar kir ku xelkê Şengalê ew bi tenê nehiştine, spasiya kesên wan tenê nehiştine kir. Feysel ev tişt anî ziman: “Em bi şehdeta şehîd Mirad serbilind in, ne tenê şehîdê malbatê ye, şehîdê Êzidîxanê ye.”

'EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE BIN'

Li ser navê ragihandina çapemeniya azad rojnamevan Îbrahîm Êzidî jî axivî û sersaxî ji malbatê û tevahiya civaka Êzidî re xwest û got, “Em bi saya şehîdan li ser axa xwe ne. Em derbasî 10’emîn salvegera fermanê dibin. 10 sal berê dema em ji Şengalê koçber bûn tu kesek ji me bawer nedikir ku careka din vegerin ser vê axê, lê bi saya ciwanên mîna Mirad ku erk û berpirsiyartiyên xwe pêk anîn û cane xwe fedayî vê axa pîroz kirin, em vegeriyan ser warê xwe.”

Êzidî anî ziman ku gelek kesan xwestin bûyerê berevajî bikin û wiha pêde çû: “Mixabin hin kes hene bi daxuyaniyên xwe van êrîşan rewa dikin û destekê didin dijminê me.  Lê her kes dizane ku dewleta Tirk a dagîrker di dîrokê de tu carekî dest ji civaka me ya Êzidî bernedaye û herdem xwestiye me qir bike. Çawa ku bav û kalên me serî li ber dijmin ne danîn em ê jî serî daneynin û li ser xeta şehîd Nûjiyan, şehîd Agir û şehîd Mirad berdewam bikin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji vê dozê bernedin.”  

'DIJMIN BI ÊRÎŞAN NIKARE ÎRADEYA ME TESLÎM BIGIRE'

Herî dawî rojnamevan Îbrahîm Êzidî ev bang li her kesî kir: ‘’Rê nedin zarokên we bikevin xefikên dijmin. Dijmin dixwaze ciwanên me ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û wan bike xiyanetekar û dijminên koka xwe, lê divê em zaninbin ku xiyanet di ola Êzidiyan de heram e û her kesekî xiyanetê bike ew ji baweriya Êzidiyatiyê derdikeve.”

Endama Koordînasyona TAJÊ’yê Şemê Remo jî di merasîmê de axivî û got, “Em weke tevger bi hemû derfertên xwe li gel zarokên xwe ne. Erê raste zarokên me qetil dikin, lê nikarin îrada me teslîm bigirin. Her zarokek me şehîd dibe parçeyêk ji canê me diçe, lê berevajî wê em bi hêz dibin, qewet û tifaqa me xurtir dibe.”

Şemê Remo hedefgirtina ragihandina çapemeniya azad şermezar kir û wiha berdewam kir: “Bi van hedefgirtinên xwe dixwazin îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin û gavan paşde bidin avêtin. Di demeke ku bi deh hezaran kes ji Başûr berê xwe dida Şengalê û vedigeriyan cih û warên xwe, ragihandina çapemeniya azad hedef girtin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşeke wiha nemerdane pêk anî û dixwaze hatina gel asteng bike. Em weke tevger soza xwe li vir dûbare dikin û di şexsê şehîd Mirad de tevahî şehîdan bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin û dibêjin şehîd namirin.”

Nûçegihana Çira TV Medya Hesen Kemal a ku di heman êrîşê de birîndar bû ji beşdaran re peyam şand. Di peyamê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ji bo birîndaran jî şîfa xwest.