Serpêhatiya Naziyan a li Mûsilê!
Serpêhatiya Naziyan a li Mûsilê!
Serpêhatiya Naziyan a li Mûsilê!
Mûsil a ku ev sê meh in çeteyên DAIŞ'ê dagir kiriye, di 2’emîn Şerê Cîhanê de jî Elmanya Nazî çav berdabû vê herêmê. Balafirên Şer ên Elman ji bo ku piştgiriyê bide darbeya Reşîd Alî Geylanî ya li Bexdayê a li dijî Îngîlîzan di Gulana 1941’ê de bi nexşerêyeke Kurdistanê daket Mûsilê. Nexşerêya di arşîva dewletê de bû, gihişt ber destê ANF’ê.
“Li dijî Îngîlîzan tevgera azadiya Ereb mutefîqê me ye. Ji ber vê Iraq gelek girîng e. Dijminê me yên li Iraqê divê bê qelskirin. Divê em ji Iraqê destpê bikin û mudaxaleyê Rojhilata Navîn bikin."
Adolf Hîtler yê Naziya Elman di 23’ê Gulana 1941’ê de operasyona Iraqê bi van gotinan di talîmata sê rûpelî ya ’30. Talîmat’ de vedigot. Navê operasyonê ‘Ekîba Taybet F’ bû. Hîtler di talîmatê de li dijî Îngîlîzan tiştên li Iraqê dê bihata kirin rêz dikir. Dê her cureyê propagandayê bihata kirin; Kî dixwaze azad bibe divê cihê xwe di eniyan de bigirin.
Her wiha dîplomat/oryantalîstê bi navê Frîtz Grobba jî li maseya Ereban a Naziyan dinêrî. Di Duyemîn Şerê Cîhanê de li Wezareta Karên Derve Grobba şef bû û ders dida Hîtler. Grobba Tirkî, Erebî û Farisî dizanibû. Dixwest Îngîlîzî fêr bibe, Lawrence ji xwe re dikir mînak. Çawa ku Lawrence li dijî Osmaniyan Ereb rêxistin dikir û li Rojhilata Navîn û welatên Ereb geriya, Grobba jî li Quds-Mekke-Bexdayê digeriya û digot dê wan li dijî Elmanan xilas bike.
DI NOTÊN GROBBA DE KURD...
Grobba rapor şandin Berlînê. Di raporê de digot; Serhildana li dijî Ereban amade ye, tenê çekan bidin Ereban. Pêşniyara ‘Li şûna ku em ji rojhilat êrîşî Sovyetan dikin, ji ser Rojhilata Navîn em dikarin xwe bigihînin havzaya enerjiya Kafkasan’ bir ji Hîtler re.
Di sala 1941’ê de Frîtz Grobba îdîa dikir ku neteweperestiya Ereb û dijminahiya Yahudiyan ya li Rojhilata Navîn zêde bûye ji bo wan atmosfer baş amade dike. Grobba miftiyê Qudsê Muhammed Emîn El-Huseynî derxist pêşberî Hîtler û di rapora ku pêşkêşî Berlînê kir de behsa Kurdan dikir.
Li gorî vî hestên neteweyî yên Kurdan gelek qels e û Kurd ji Ereban zêdetir ji Îngîlîzan nefret dikin. Dîplomatê Elman Grobba got; Kurdên di bin zextên Ereb û Îngîlîzan de em bi kar bînin.” Wê demê kovara Wochenspîegel diyar kiribû ku Grobba bi zîhniyeta Nazî li Kurdan dinêre.
NEXŞERÊYA BERFIREH A MÛSILÊ...
Sala 1940’î de Fermandariya Hêzên Hewayî ya Elman nexşerêyeke berfireh ya Mûsil û Başûrê Kurdistanê xêz dikir. Nexşerêya bi nota ‘Weşana Taybet a 3’emîn, Hejmara 8’emîn ,1941’ hat çapkirin dihat gotin ku dê tenê ji bo xizmetê bê bikaranîn.
Ev nexşerê niha li avahiya Weqfa Hebûnên Çandî ya Prusyayê ya Berlînê tê veşartin û di vê nexşerê de gelek tişt balê dikişînin. Parçeyên din ên Kurdistanê; Bakur, Rojava, Rojhilat digire nav xwe û her wiha li navendîbûna Mûsilê hatiye xêzkirin.
Eşîrê Tirkmen, Êzidî û Asuriyên li Mûsul û Derdora wê dijîn yek bi yek li ser nexşerê hatine nîşankirin û kîjan herêm di bin kontrola kîjan eşîrê de ye bi rengan hatiye diyarkirin. Her wiha rêya hêsan a mirov xwe digihînin Mûsilê jî bi berfirehî hatiye vegotin.
FIYASKOYA NAZIYAN YA MÛSILÊ!
Çawa ku nexşerê bihata çapkirin lê ji bo karê Hêzên Hewayî bi feyde bana. Di 3’ê Nîsana 1941’ê de dostê Naziyan Reşîd Alî Geylanî li Bexdayê li dijî îngîlîzan darbe kir û li Iraqê rêveberî bi dest xist. Artêşa Îngîlîz di meha Nîsanê de ji ser Basrayê Iraq dîsa dagir kir. Rêveberiya Geylanî ji ser dostê xwe Frîtz Grobba ji Naziyan alîkarî xwest. Konsepta Hîtler a Ii Iraqê di wan rojan de bi teşe bû.
Niyeta Elmanan ew bû ku Bakurê Iraq û sînorê Başûrê Kurdistanê bigirin û hêzên Îngîlîz yên ji Basrayê tên asteng bikin. Ji barageha hewayî ya Elman 24 balafir ji bo operasyona Iraqê hatin amadekrin. 6 balafirên bombebaranê yên He 111 di 12’ê Gulana 1941’ê de ketin Mûsilê.
Lê di operasyonê de bêtaliyek mezin derket. Balafiran di dema daketinê de ji ber bahoza xîzê xesarek mezin dît. Her wiha Kurd û Ereb jî li dijî vê kêfxweş nebibûn.
Di 28’ê Gulanê de Îngîlîzan Bexda girt û di 30’ê Gulanê de artêşa Elman balafirên xwe jî danîn û reviyan Sûriyeyê. Serpêhatiya Naziyan a 18 rojan a li Mûsilê bi fiyaskoyê encam bû. Reşîd Alî Geylanî û ekîba xwe jî ji bo canê xwe xilas bike reviya Tirkiyeyê û piştre jî çû Elmanyayê.
Fritz Grobba jî heta 6’ê Hezîrana 1941’ê operasyona Bexdayê bi rê ve bir. Heta roja dawî rejîma Nazî û Reşît Alî Geylanî îdare kir.
Frîtz Grobba ku ferq kir ku rewş ne baş e, ji rêveberiya Geylanî paqijiya Yahudî xwest. Di 1-2’ê Hezîrana 1941’ê de wek welatê Elmanya û welatên Ewropayê li Mezopotamyayê jî Yahudî hatin qirkirin. Di 24 saetên destpêkê de herî kêm 200 Yahudî hatin qetilkirin
Piştî şer Grobba 10 salan di girtîgehên Sovyet de ma. Çawa azad bû di sala 1956’an de çû Bexdayê heta sala mirina wî 1973’an ji bo tifaqa Elman-Ereban li ber xwe da. Ji bo vê gelek weqf ava kir gelek caran çû Iraq, Suriye û Lubnanê.
1943 MAMUT, NAVÊ KOD; PETROLA KURD!
Bêguman yekane kesê ku çav berdabû Mezopotamyayê ne Frîtz Grobba bû. Di ser operasyona Iraqê de hê salek derbas bibû û di 1942’an de sixûrê Elman Gottfrîed Muller yê ji Stenbolê vedigeriya Berlînê ji bo kesên ser xwe wiha gotibû: “Mijar herêma petrolê ye. Ji bo agahiyên girîng yên li ser herêma petrolê ya Mûsil û Kerkûkê ji kerema xwe bila serfermandarî min guhdar bikin.”