Serokwezîrê Iraqê wezîrên berê pêşkêşî parlamentê kir
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, 8 wezîrên hikumeta berê pêşkêşî parlamentê kir. Ji bo wezîran wê sibe dengdan bê kirin. Lîderê Şîa Muqteda El Sadr jî nerazîbûn nîşanî wezîrên nû da.
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, 8 wezîrên hikumeta berê pêşkêşî parlamentê kir. Ji bo wezîran wê sibe dengdan bê kirin. Lîderê Şîa Muqteda El Sadr jî nerazîbûn nîşanî wezîrên nû da.
Ji bo 8 navên ku Adil Abdulmehdî ji bo desteya wezîran a nû pêşkêşî Parlamenta Iraqê kir, sibe dengdan tê kirin.
Navê kesên ji bo wezîrtiyê hatine diyarkirin:
Falih Faysal Feyyaz - Wezîrê Karên Hundir
Faysal Cerba - Wezîrê Parastinê
Kûseyî Abdulvahap Suheyl - Wezîrê Hîndekariya Bilind
Seba Hayrettîn Tay - Wezîrê Perwerdeyê
Abdulemîr Hemdanî - Wezîrê Çandê
Hena Emanûel Gorgîs - Wezîra Koç û Koçberiyê
Nûrî Natik Dilemî - Wezîrê Plansaziyê
Dara Nurdeyîn - Wezîrê Edaletê
YNK'Ê NEAZÎBÛN NÎŞAN DA
YNK'ê ji ber ku namzetê wan Xalit Şwanî di lîsteyê de cih negirt, nerazîbûn nîşan da.
Heyeta YNK'ê ya çû Bexdayê diyar kir, piştî Mesût Barzanî serdana Bexdayê kir, mijara nedana vê wezaretê ji bo wan, hatiye nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hejmara parlamenterên wan têra bidestxistina wezaretekê dike û hate bibırxistin, beriya niha Wezareta Edaletê ji wan re hatiye dayin, lê belê niha hin kes naxwazin ev wezaret ji wan re bê dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin eger wezaret ji wan re neyê dayin wê YNK xwe ji hikumeta nû ya Iraqê vekişîne û ev yek jî wê rê li ber encamên giran veke.
Lîderê Koalîsyona Saîrûn Muqteda Es Sadr ku di hilbijartinên parlamenta Iraqê de bû yekemîn, diyar kir, ew li dij in ku Falih Faysal Feyyaz bibe Wezîrê Karê Hundir, lê tevî vê yekê jî navê wî hate diyarkirin. Sadr nerazîbûn nîşanî vê yekê da.