Serokwezîrê Îngîlîz: Ji kerema xwe re bimînin

Serokwezîrê Îngîlîz: Ji kerema xwe re bimînin

Li Skoçyaya ku girêdayî Qraliyeta Yekbûyî ye di 18’ê Îlonê de referandûm pêk tê. Serokwezîrê Îngîlîz Davîd Cameron, ji bo yekîtiya Qraliyeta Yekbûyî biparêze çû Skoçyayê û got ‘Ji kerema xwe re bimînin.’

Sê roj beriya referandûmê Serokwezîrê Îngîlîz Davîd Cameron li Qesra Kongre Aberdeen a li lîmana petrolê ya bakurê Skoçyayê ye axivî û banga xwe ya dawî kir. Cameron di axaftina xwe de îfadeyên ‘Ji kerema xwe re bimînin’, ‘Ez xwe diavêjim we, vê malbatê parçe nekin’ bikaranî. Cameron di axaftina xwe ya 15 deqeyî de ne tenê îltîfat,  tehdîdê aşkera û gotin jî gotin.

Cameron  da zanîn ku piştî îmzekirina peymana yekîtiyê di ser de 307 sal derbas bûye û di nava vê demê de di qada zanist, wêje û sporê de pêşveçûnên gelek baş pêk hatine û tehdîda ‘Ger ku Skoçî  ji bo serxwebûnê dengan bi kar bîne, dê vegera vê tune be û got: “Dê pere, teqawîtbûna hevpar û pasaporta hevpar tune be.

Cameron soz da ku di referandûmê de ‘Na’ qezenc bike dê di parlamentoya herêmî ya Îskoç de zêdetir raye çêbibin. Cameron got ku ew heta dawiyê ne li vir e û xwest ji xwe re hincetekê çêbike. Cameron got; Ger hûn ji min hez nakin, jixwe ez her tim ne li vir im.
Cameron diyar kir ku ger Îskoçya ji serxwebûnê re bêje ‘erê’ dê yekîtiya Qraliyetê parçe bibe û dê rêyên wan ji hev veqetin.

Roja Yekşemê li Londonê ji bo ku Îskoçya di nava Yekîtiya Qraliyetê de bimîne, meşeke ku bi hezaran kes tevlî bûn pêk hat. Organîzatoran da zanîn ku armanca vê çalakiyê ev e ku nîşan bidin ‘Îskoçya ji bo wan gelek bi nirx e.”

YEKITIYA 307 SALAN

Di sala 1707’an de Skoçya ku yek ji çar neteweyên ku girêdayî Yekîtiya Qraliyetê bû, di referandûma Gulana 1997’an de heta niha bi otonomiyê tê birêvebirin. Skoçyaya ku xwedî parlamentoyeke nîv otonomî ye, di aliyê tenduristî, edalet, perwerdeyê  û tenduristiyê de di nava xwe de rêveberiya wan heye. Di qadê parastin, enerjî û bacê de girêdayî Londonê ye. Hikûmeta Îskoç çar salan carê tê hilbijartin. Hikûmeta yekem di 1999’an de hat hilbijartin.

Di Gulana 2011’an de partiya SNP di parlametnoya Skoç de piraniyek bi dest xist. Lîderê partiyê Alex Salmond  ji rewşeke kêmar bû Serokwezîr. Di kampanyaya hilbijartinê de gotibû dê referandûma serxwebûnê bike. Piştî hevdîtinên dem dirêj di navbera Salmond û Davîd Cameron de peymaneke der barê ku referandûm di 2014’an de pêk bê hat Îmzekirin.

Ev demek dirêj bû ji ber dewlemendiyên Îskoçyayê fikra welat dikare serbiwxe be dihat parastin. Di vî alî de hîdrokarbona behra Bakur derdiket pêş. Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Natîxîs hatiye kirin Îngîlîz ji sedî 72’ê hîdrokarbonê ji wir hildiberînên û ji sedî 96’ê petrolê jî ji wir hildiberînin.