Serokkomarê Fransayê li Iraqê ye

Serokkomarê Fransayê li Iraqê ye

Serokkomarê Fransayê François Hollande, îro danê sibê di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de gihaşt paytexta Iraq Bexdayê.

Serokkomarê Fransayê François Hollande, sê roj konferanseke navneteweyî ya bi mijara Iraqê li Parîsê bê lidarxistin, Bexda ziyaret kir.

Li gel Hollande Wezîrê Karên Derve Laurent Fabius û Wezîrê Parastinê Jean-Yves le Drian di serdanê de amade bûn. Tê gotin ku bi vê serdana medyatîk re tê xwestin bandora Fransayê ya li qada dîplomatîk a li Iraqê bê zêdekirin. Di serdanê de Hollande wê bi Serokkomarê Iraqê yê Kurd Fûad Masûm re jî hevdîtinê bike.