Serokên cemiyeta rojnamevanan hatin Şaredariya Mezin

Serokên cemiyeta rojnamevanan hatin Şaredariya Mezin

Serokê Federasyona Cemiyeta Rojnamevanan Atilla Sertel û serokên cemiyetên rojnamevanên ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli. Anli bal kişand, “Ku ji bo şikandina dîwarên pêşdaraziyan û dilê xwe ji hev re vekin di demeke girîng re derbas dibin” û got ku di vî warî de rol û mîsyoneke girîng a rojnamevanan.

Amed, malovaniya 46'emîn civîna Desteya Serokatiyê ya Federasyona Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê dike. Serokên cemiyetên rojnamevanan ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Rojnamevanên ku wek mêvanê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat hatine, serdanek ji bo Hevşaredar Firat Anli pêk anîn. Anli, li gel endamê meclîsê Cîhan Aydin bi gulan pêşwaziya rojnamevanan kir. 

Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilatê Anatoliyê Veysî Îpek, ji ber pêşwazîkirina wan û piştgiriya bo civîna Desteya Serokatiya Federasyonê spasiya Anli kir. Îpek, aşkera kir ku ji Îzmirê 35 rojnamevanên hevpîşeyên wan hatine û got ku ew ê panelekê der barê rola medyayê di pêvajoya aştiyê de jî li dar bixin. Îpek bi bîr xist ku êvarê jî galaya wan heye û got ku serokên cemiyetên 81 bajaran li gel ê Serokê Cemiyeta Kibrisa aliyê Tirk jî hatine vê derê. Îpek daxuyand ku ev organîzasyona ji aliyê Serokatiya Federasyonê ve hatiye lidarxistin.

ANLI: DIVÊ EM PIRÊN NÛ DI NAVA BAJARAN DE PÊK BÎNIN

Hevşaredar Firat Anli jî kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina mêvanên wİha hêja li Amedê derbirî. Anli da zanîn ku kesên salên xwe di ber rojnamevaniyê de dane di pêvajoyeke wiha de li Amedê bigihêjin hev ji bo siberojê “hêvî û moraleke mezin çêdike” û wiha axivî: “Divê em di navbera bajarên xwe de pirên nû ava bikim.” Anli bi bîr xist ku hefteya buhrî ji bo Fuara Enternasyonal ew li Îzmirê bûne û maweyê hefteyekê wan derfet dît ku li wê derê derdê xwe bêjin û got ku du rojan jî wan serdana welatiyên xwe yên li Bursayê kiriye. Anli daxuyand ku têkiliya navbera bajaran gelekî girîng e û wiha domand: “Va ye Kayserî bi me re ye, Elezîz bi me re ye, Sêrt bi me re ye ango her kes bi me re ye. Bi ya min ev mobîlasyon û sînerjiyeke mezin bi xwe re tîne pêş.” Hevşaredar Anli girîngiya vê têkiliyê tekez kir û got, “Divê êdî em dîplomasiya nav bajaran derxine pêş. Ez dibêm qey divê êdî bajar têkiliyên hîn jidiltir û geştir bi hevdu re çêkin. Yanî têkiliya navbera Îzmirê û Amedê ya ji biratiyê wêdetir, bo nimûne bila navbera Bursa û Mêrdîn, Trabzon û Şirnexê de jî çêbe.” Anli bi bîr xist ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha axivî:  

“Em di demeke wiha re derbas dibin ku divê em dîwarên pêşdaraziyan hilweşînin û deriyên dilê xwe li hevdu vekin. Em di demeke weha de ne ku divê mirov dest bide mirovî. Li vê derê rol û mîsyoneke girîng a we heye. Mixabin bandora medyayê car hat ku bi awayekî negatîf li ser civakê hate bikaranîn. Di salên 90'î de me ev tişt gelek dît. Vê pêvajoyê, bi zimanekî erênî belkî têkiliya bo hevdu zêdetir bikin û hevgirtinê bi vê rêbazê pêş bixin.”

‘DIVÊ EM JI RÛYÊ XWE YÊ DI AWÊNÊ DE NETIRSIN’

Firat Anli bal kişand ser rola medyaya xwecihî û da zanîn ku rola wê diyarker e û pê de bir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew ê cudakariyeke pozîtîf bo medyayê bikin. Anli daxuyand ku medyaya xwecihî di tengasiyê de ye û got ku hindî ji wan tê ew dixwazin hêsankariyê bo wan bikin. Anli, da zanîn ku gava ew vê yekê dikin ew nûçeyên der barê xwe de wek egera helwesteke neyînî bi kar naynin û wiha got, “Em wisa bawer dikin ku rexne sazî û mirovan bi pêş ve dibin. Em dizanin ku ev dê bi kêrî serastkirina xeletiyan were.” Hevşaredar Anli diyar kir ku çapemenî li derekê awêneya civakê ye û got, “Em natirsin ku xwe di neynikê re bibînin. Heke dîmeneke nexweşik hebe, erka me hemûyan e ku em wê nexweşikiyê rast bikin.” 

SERTEL: DIVÊ ROJNAMEVAN DIGEL AŞTIYÊ BIN

Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê Atilla Sertel, daxuyand ku ew 6 çaran hatiye Amedê û diyar kir ku dîsa bi hatina vê derê gelekî kêfxweş e. Sertel da zanîn ku Tirkiye bi “tevayî” û “pêkve” xweş e û hestên xwe anîn ziman. Sertel bal kişand ku şer tenê êş û kulan bi xwe re tîne, hawirên aştiyê gelekî xweş in û got ku kî vê hawira xweş têk bide dê ji aliyê tevahiya Tirkiyeyê ve bête tawanbarkirin. Sertel bi bîr xist ku dîroka mirovahiyê tev ji ber şerê ji aliyê nijadperestan ve hatiye derxistin mêjoyek êşê peyda bûye û weha domand, “Di bingehê rûdanên li welatê me û Rojhilata Navîn ev tişt heye. Em rojnamevan ji şeran hez nakin, em ligel aştiyê ne û em dibêjin bila şer neyê gurkirin. Û ez aştiyê dixwazin, biratiyê dixwazin û em dixwazin ku em hemû bi hev re di nav demokrasiyê de bijîn.”   

Sertel daxwaza serkeftinê li Anli û Kişanakê kir û got ku ew bawer dike ku ew ê xizmeteke gelekî baş bo gelê Amedê bikin. Sertel, ji ber hizrên wî yên ser çapemeniyê xwecihî û rojnamevanan spasiya Anli kir.

Sertel, dara zeytûnê ku sembola aştiyê ye û bi xatrê civîna 46'emîn a Desteya Serokatiya Federasyona Cemiyeta Rojnamevanan ji Îzmirê bi xwe re anî diyarî Anli kir. Anli jî amblema teyrê du serî ku li ser Sûrên Amedê ye, diyarî Sertel kir.