Serokê Şaredariya AKP’ê: Min karên bê qanûnî û bi rîsk kirin

Serokê Şaredariya AKP’ê: Min karên bê qanûnî û bi rîsk kirin

Serokê Şaredariya AKP’ê Halîl Bakirci ku li Şaredariya Rîzeyê civîna çapemeniyê pêk anî de li xwe mûkir hat ku li ser navê şaredariyê karên bê qanûnî û bi rîsk kirine.

Bakir ku bersiva pirsa çima dîsan ne bû namzetê serokatiya şaredariyê bersivand û di bersiva xwe de bal kişande ser nerazîbûna xwe a li hember Parlementerê Rîze Nusret Bayraktar û diyar kir di dema Serok Şaredariya Bayraktar a Beyoglu de karê alikariya wî kiriye û wiha got: “Dema ku rêzdar Nusret serokê min bo li ser navê şaredariyê karên bi rîsk û bê zagonî min kirin. Karên ku pêwistbûn ez bikim min kirin.”

Karên ku Bakirci jêre ‘bi risk û bê zagonî’ gotin hinek ji wan wihane:

“Karên weke Şaredariya Bajarê Mezin Stenbol û li cihê xezîneyê valakirina otoparka di destê mafyayê de ne karê alikarê serokê şaredariyê bû, me ew vala kir. Bêy destora ku parastina bînayekî eserê dîrokî hebe xerakirina wê ne karê alikarê serokê şaredariyê ye, me ew jî xera kir. Li rexmê ku ev dizanî jî min nerazîbûna ku tu nikarî tiştekî wiha bikî nîşa da û li ser telefonê nîqaşekî me jî çêbû.”

Li navendekî ku Hayatî Yazicî Wezîrê Bazirganî û Bacê lê kiriye min jêre wiha got: “Pirsgirêka herî sereke a Rîze çaye, pirsgirêka sereke a çayê jî çaya qaçaxe. Înşellah wezîrê me wê vêna sererast bike. Ji ber vê yekê min hîs kir ku ji wir şûnda ne rehetbûnekî wezîrê me heye.”