Serokê MPKE’yê Mîgnon: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Serokê MPKE’yê Mîgnon: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Serokê MPKE’yê Mîgnon: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Serokê MPKE’yê Jean-Claude Mîgnon, diyar kir ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin girîng dibînin û got ku ew li pişt daxuyaniya xwe ya ku meha borî kirine. Mîgnon diyar kir ku dê di meha gulanê de biçin Tirkiyeyê.
Serokê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean-Claude Mignon, daxuyaniyek da û got ku ew hemleya ku Ocalan daye destpêkirin girîng dibînin.
Mîgnon destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna Tirkiyeyê divê ev hevdîtin bidomin û ragihand ku wan mehên berê daxuyaniyek bi heman armancê dabû û got hêj ew gotinên wî derbasdar e.
Mîgnon got: “Bi salane pirsgisrêka kurd Tirkiyeyê mijul dike. Em hewldanên Tirkiyeyê yê di vî warî de girîng dibînin. Di navbera 12-15’ê gulanê de ez dê bêm Enqereyê.”
Mîgnon her wiha dema ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin jî bertekên xwe nîşan dabû.
Di vê navberê de sibê MPKE’yê pirsgirêka kurd jî tê de, pirsgirêkên giştî yên Tirkiyeyê ku ji 65 rupelan pêk tê dê biawayekî berfireh nîqaş bike û li bendê ye ku bê erêkirin.