Bertekên li dijî girtina hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlan her ku diçe zêdetir dibin.
Serokê Koma Partiya Sosyalîst û Wekîlê Federal a Partiya Sosyalîst ku mezintirîn partiya duyemîn a Swîsreyê ye, nameyeke ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsî û xwest ku hevserok û wekîlên HDP’ê demildest serbest werin berdan.
‘EM ŞAŞ MANE Û DI FIKARAN DE NE’
Serokê Koma SP’yê Nordmann bi sernivîsa ‘’Hevserokên HDP’ê û wekîlên wan û her wiha hemû siyasetmedarên Kurd ên hilbijartî divê demildest serbest werin berdan’’ ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nameyek nivîsî, di nameyê de her wiha hate xwestin ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.
Nordmann bi gotina, ‘’Ez bi wê nasnameya xwe ya endamtiya parlamentoya Swîsreyê dinivîsm,ku xwe dispêrim nirxên sereke yên mirovî yên hevpar ên gelên Ewropa, Tirk û Kurd jî di nav de’’ dest bi nameyê xwe kir û got, ew ji ber êrîşa bi ser HDP’ê , weke SP şaş mane û di nav fikarên giran de ne.
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Normdan bibîr xist û got, piştî 15’ê Tîmehê hewldana darbeyê Erdogan û hikûmeta wî li Tirkiyê li dijî muxalîfan polîtîkaya zext û zordariyê û girtinê sazkar kiriye û wiha got:
‘’Ji te re dinivîsim ji ber ku nayê qebûlkirin ku dozger, dadger, mamoste û gelek karmend ji kar werin kirin û girtin, nayê qebûlkirin ku ti organên medyayê ku piraniya wan ên Kurdan in bigirî û her kesê ku hûn wan ji xwe re muxalîf dibînin û bi taybetî jî hilbijartiyan bigirin û welêt bêxin rêyeke din.
Ez weke parlamenter ji te re dinivîsim ji ber ku ez qebûl nakim ku hilbijêrên Kurd ku li dijî şerê çandî, sosyal û siyasî ku di lêgerîna çareseriya aştiyane û siyasî de ne û li şûna şer daxwaza çareseriya siyasî dikin, bigirî û bavêjin zindanan.’’
‘DEMILDEST DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN’
Normdan di nameyê de bi berdewamî navê hevserokên HDP’ê û wekîlan yên girtî rêz kir û got, ‘’Ev navên girtî ku ku bi rêyên siyasî û bi awayekî yasayî li dijî serokkomarê welat ango li dijî te muxalefet kirine û bi siyaseta ku nîşan dane bala gel kişandine ser xwe û ya herî girîng jî ji bo ku bûne asteng ku hûn bi tena serê xwe bibim hikûmet, divê demildest hûn wan serbest berdin.’’
‘RIKDARIYA ŞER NE ÇARESERÎ YE’
Nordmann got ‘Dixwazim bi bîra te bixim, weke ku dîrokê nîşan daye pirsgirêkên çandî û siyasî yên di navbera dewleta Tirk û Kurdan de bi rêbazên leşkerî çareser nabin’’ û diyar kir ku rikdariya di şer de wê tiştekî li siberoja Tirkiyê zêde ne.
Nordmann bi bîra Erdogan xist ku divê bi rêbazên demokratîk li çareseriya pirsgirêka Kurd bigere û di nameya xwe de wiha got:
‘’Ez ji te re dinivîsim, ji ber ku bi ya min tundiya ku te li welet ava kiriye wê tenê rê li ber êrîşên terorê veke û gelê sivîl jî wê ji vê ziyanê bibînin. Lê beriya bi demeke kurt dewleta Tirk bi Birêz Abdullah Ocalan re li ser maseya muzakereyê rûniştibû û vê rewşê ji bo demeke kurt be jî aştî anîbû herêmê.
Ez ji te re dinivîsim ji ber ku ez pê bawer im ku di hemû şerên siyasî û leşkerî de rêya lihevkirinê heye û bi hilbijartina vê rêyê aştî tê.’’