Serokê Giştî yê HTKP'ê sibe derdixîn pêşberî dozgeriyê
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Gel (HTKP) Erkan Baş, ku di dema belavkirina belavoka Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî de bi lêdanê hat binçavkirin, sibe derdikeve pêşberî dozgeriyê.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Gel (HTKP) Erkan Baş, ku di dema belavkirina belavoka Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî de bi lêdanê hat binçavkirin, sibe derdikeve pêşberî dozgeriyê.
Li gorî agahiyên ji aliyê parêzer Onûr Guneş ve hat dayîn, tevî Baş 14 kes hatine binçavkirin. 12 ji binçavkiriyan li Şaxê Ewlekariyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, 2 jî li Qereqola Polîsan a Rihtim a Kadikoyê tên girtin.
Parêzer Guneş duh bi şev muwekîlên xwe dît û got, rewşa wan bi giştî baş e. Guneş diyar kir, ji ber lêdana dema binçavkirinê stu, rû û milê Baş werimîne. Tê payîn 14 kes sibe derkevin pêşberî dozgeriyê.