Serlêdanên ji bo xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter destpê kirin

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku wê îsal cara 29’emîn bê lidarxistin, destpê kirin.

Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad wê cara 29’emîn werin dayîn.

Serlêdanênxelatên rojnamevaniyê ya ji bo bîranîna rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniya azad yên li ser kar şehîd bûneî, dest pê kir.

Pêşbirk ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam ve di pênc beşên cuda de pêk tê: “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêneyê nûçeyan”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegîhantiya Jin” tê lidarxistin. 

SERLÊDAN WÊ HETA 10’Ê ÎLONÊ DEWAM BIKE

Li gorî agahiyên ji aliyê organîzatoran ve hatin dayîn, her kesek tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe.

Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, wê pêşniyarên desteyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.

Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û di rojnameya Yenî Yaşam de bê weşandin.

Berhem bi rêya PTT kargo, e-posta an jî bi dest dikarin bişînin. Ji bilî van rêyan, ger ku beşdar bi rêyeke cuda berheman xwe bişîne û berhem winda bibe, berpirsyarê vê yekê beşdar bi xwe ye.

Divê berhem herî dawî 10’ê Îlonê bên şandin.

ŞERT Û MERCÊN TEVLÎBÛNÊ

Şert û mercên beşdarbûna Pêşbirka Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad wiha ne:

*Her kesên ku şertên tevlêbûnê bi cih anîn, dikarin tev li pêşbirkê bibin.

*Endamên juriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin.

 *Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin divê yan nehatibin weşandin, an jî piştî 10’ê îlona 2021’an hatibin weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkeke din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin.

*Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, wê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat wê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.

*Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, wê ji aliyê ve juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpê kiriye bê dayîn.

*Divê wêne hêjayî “wêneyê nûçeyan” bê û li ser neyê listîn.

* Hemû beşdar ku berhemên xwe bişînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.

*Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin. Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê

DESTEYA HILBIJARTINÊ

Nûçeyên Tirkî: Tûgrûl Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Farûk Eren, Îbrahim Varli, Huseyîn Aykol

Nuçeyên Kurdî: Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Suna Tunç, Berîtan Zagros, Ramazan Olçen

Nûçeyên Jinê: Habibe Eren, Pinar Ûral, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî, Elîf Akgul

Wêne: Çetîn Altûn, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezehat Dogan, Refîk Tekîn

Karîkatur: Îmam Cicî, Sefer Selvî, Asli Alpar

NAVNÎŞANA KU BEŞDAR BERHEMÊN XWE BIŞÎNİN WIHA YE

e-posta: mailto:[email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Taxa Şehit Muhtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglu/Stenbol