Serlêdana parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina heftane bi muwekilê xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Serlêdana parêzeran bi hinceta “keştî xirabe ye” hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî a heftane pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bihinceta ku “keştî xirabeye” serlêdana parêzeran red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve di hemû serlêdanên ku kirin de bi hincetên “Keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “keştî ji tehmîrê vegerî lê ewraq kêmin” tê astengkirin.