Serlêdana Kişanak û Tûncel a ji bo AYM’ê hate redkirin

Serlêdana Hevşaredara Mezin a Bajarê Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel a ji bo AYM’ê bi hinceta ‘Ti delîl nîne’ hate redkirin.

Serlêdana Hevşaredara Mezin a Bajarê Amedê Gulten Kişanak a qeyûm hatî wezîfedarkirin û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a bi mebesta binpêkirina mafên ewlekarî û kesanî yên ji bo ( Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatî kirin, bi hinceta ‘Ti delîlê wê nîne’ hate redkirin.

Di biryara AYM’ê de hate gotin ku Kişanak bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ li gorî benad 100’î ya hejmara 5271 a Hiqûqa Dadgeha Ceza hatiye girtin, bi vê yekê li gorî hiqûqa tedbîran xwedî sparteke.

Li gorî biryara AYM’ê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ku biryar dayî, têkildarî sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ya Kişanak delîlên bi hêz hene û biryar red kir.

Serlêdana ji bo Tuncel jî bi heman hincetê hate redkirin.