Serlêdana ji bo berdana Demirtaş hate redkirin

Îtiraza piştî biryara DMME’yê ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahatîn Demirtaş hate redkirin.

Piştî Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demirtaş de biryara berdanê da, serlêdana parêzeran a ji bo berdanê hate redkirin.

Parêzerên ku serlêdana Dozgeriya Komarî ya Enqereyê kirin, daxwaza biryara neşopandina derbarê Demirtaş û berdana wî kiribûn. Dadgeriya Cezayê Silha 7’an a Enqereyê daxwaz red kir û weke hincet jî biryara DMME’yê ya di serlêdana îtirazê de wergera wê bi Tirkî nevîsandine diyar kir.