Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji aliyê Serdozgerê Komara Bûrsayê bi spartina biyara 1. Danderiya Înfazê ya Bûrsayê ve, carekî din red kir.
Serlêdana parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji aliyê Serdozgerê Komara Bûrsayê bi spartina biyara 1. Danderiya Înfazê ya Bûrsayê ve, carekî din red kir.
Serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bînmez, Rezan Sarica û xwişk û birayên Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê ya danê sibehê bi Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin, carekî din dîsa hate redkirin. Dozgeriyê Hinceta nehevdîtinê jî spart biyara 1. Dadgeriya Înfazê ya di tevahiya demê Rewşa Awarte de hemû têkilî, hevdîtinên bi Ocalan re ên li Saziya Înfaz Ceza ya Ewlehiya Bilind tê ragitin, hatine qedexekirin.