Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re dîsa hate astengkirin
Serlêdana hevdîtinê ya parêzerana a bi muwekîlê xwe Ocalan re cara 115’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Serlêdana hevdîtinê ya parêzerana a bi muwekîlê xwe Ocalan re cara 115’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ebrû Gunay û Mazlûm Dînç bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran bi hinceta sînorkirina danîne ser hikûmxwaran hat redkirin.
Bi vê biryara astengkirinê re hevdîtina li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 715 car e bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.