'Serketina mafdar a berxwedêran wê bibe ronahiya hêviyê'

FEDA, CENÎ û MLKP MK'ê li ser bidawîbûna çalakiyên grevên birçîbûnê daxuyanî dan û diyar kirin, serketina mafdar a berxwedêran wê bibe ronahiya hêviyê ji têkoşîna hevpar a gelên mezlûm re.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) û Komîteya Navendî ya MLKP'ê li ser bidawîbûna grevên birçîbûnê daxuyanî dan.

FEDA'yê diyar kir, ji bo wan bûyereke dîrokî ye ku berî ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûye û ragihand, "Em piştrast in ku tevî zilma desthilatdaran jî yên ku berî bimirin mirin têk birin, serketina wan a mafdar wê bibe ronahiya hêviyê ji têkoşîna hevpar a gelên mezlûm re."

FEDA'yê destnîşan kir, têkoşîna hate meşandin sekneke ku bi dilpakiya mirovbûnê serketin hatiye afirandin û di şexsê Leyla Guven de berxwedêr hemû silav kir.

CENÎ jî bal kişand ser daxuyaniya çalakgeran a piştî bidawîkirina grevên birçîbûnê û ragihand, têkoşîn wê bi rê û rêbazên cuda bidome.

CENÎ destnîşan kir, di serî de Leyla Guven berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li dijî faşîzma Tirkiyeyê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û bi saya rêxistiniya jinê atmosfereke nû ya hêviyê afirî. CENÎ ji ber vê serketinê, berxwedêr pîroz kir.

Komîteya Navendî ya MLKP'ê jî serketina berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li karker, kedkar, jin, ciwan û gelên bindest pîroz kir.

Di daxuyaniya MLKP'ê de hate ragihandin, têkoşîn wê heta bidawîbûna faşîzmê bidome.