Serhildana jinan ya li Hambûrgê diyarî siyasetmedarên li Parîsê hatin qetilkirin kir

Serhildana jinan ya li Hambûrgê diyarî siyasetmedarên li Parîsê hatin qetilkirin kir

Duh li tevayî cîhanê bi milyonan jin rabûn ser xwe û ji bo protestokirina tundiya li ser jinê daketin kolana û dans kirin. Li bajarê Hambûrg yê Almanyayê pênc çalakiyên cûda yên binavê “One Billion Rising-Yek Milyar Radibe Ser Xwe” yek ji wan çalakiyan diyarî sê pêşengên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li bajarê Parîsê hatin qetilkirin, kir.

Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Hambûrgê, Komeleya Çandê ya Jinên Şehrazad, Yeketiya Jinên Sosyalîst, Yeketiya Jinên Penaber û Înîsiyatîfa Jinên Rê li semta Altona bi dans kirina sedan jinan destpêkir. Piştî axaftinên di derbarê tundiya li ser jinê ku gihaye astekî metirsiyar de, jinan dest bi meşê kir. Di dema meşa ku heya semta Sternschanze dom kir, sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê jin jiyan nabe” û “Ji tundiyê ra na” hatin qîrîn, her wiha bi armanca piştgirî dayîna kampanya bi navê “Em edaletê dixwazin” ya ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Cenî ve hatiye destpêkirin, posta kartên dê ji hikumeta Fransayê re bişînin hatin belavkirin.

Li Sternschanzeyê Parlementera Parlementoya Eyalata Hambûrgê Cansu Ozdemîr axaftinek kir. Ozdemîr di axaftina xwe de behsa komkujiya Parîsê kir û da diyarkirin ku, di vê komkujiyê de jî hate zanîn ku, sîstema desthilatdariya zilam çi qasî bêmerhamet û dilneşewate, her wiha ew dê li dijî vê tekoşînê bidin berdewam kirin. Ozdemîr tecawiza komî ya li Hindistanê şermezar kir û ji bo careke din tiştek wisan rû ne de banga piştevaniya jinan kir.