Sereklumpen Erdogan!

Eger wateyeke Tayyip Erdogan a ji bo gelên Tirkiyeyê hebe ew jî ceza ye. Heta Tirkiye ji Tayyip Erdogan rizgar nebe, nagihije tenduristiya xwe. Ya herî zêde zirarê dide tenduristiya gelê Tirkiyeyê, Tayyip Erdogan e. 

Dewleta Tirk di salên dawî de bi şêwazekî sîstematîk êrişî şehîdgeh û goristanan dike. Herî dawî Şehîdgeha Xerzan a gorên gerîla lê, ceset ji gorê wan hatin derxistin. Bi rengekî vekirî, mîna Şêx Saîd û Seyît Riza naxwazin cihê gorên gerîlayan jî werin zanin û van êrişan dikin. Îfadeya herî berbiçav a polîtîkayên komkujiyê yên li ser gelê Kurd têne meşandin, ji holê rakirina gorê wan kesan e ku ji bo hebûna gelê Kurd û azadiya wê têdikoşin. Ji holê rakirina goristanan tê wateya ji kokê qelandin. Li gorî wan ne tenê Kurdê zindî yê mirî jî divê ji holê rabe. Zîhniyeta qirrker wisa difikire. Hebûna polîtîkaya tevkujiyê herî vekirî bi vî şêwazî û vê kirinê xwe nîşan dide. Nehiştina şopekê bi tenê ya ku nîşan dide Kurd li ser vê axê ne hedefa vê polîtîkayê ye. Bi tinekirina goristanan tê xwestin têkildarî hebûna Kurdan bîr û hafizeyeke bi tenê neyê hiştin. 

Ji ber vê yekê jî ev êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Kirina li dijî şexsên ji bo hebûna Kurd bidome jiyana xwe ji dest dayî, di rastiyê de tê wateya biryara tine hesibandin û tinekirina yên dijîn. Heta li dijî êrişên li hemberî goristanan dernekevin, Kurd wê nikaribin hebûna xwe biparêzin. Ji ber vê yekê jî divê hemû hêzên siyasî yên Kurd, rewşenbîr û welatparêz vê êrişê cidî bibînin. Derneketina li dijî vê êrişê tê wateya dirêjkirina serî ya binê kêra komkojiyê. Ji ber ku ya tê xwestin ew e ku rûmet, xirûr û îradeya Kurdan bişikînin û wan bixin rewşê ku nikaribin li hebûna xwe xwedî derkevin. Ev yek ji girantirîn êrişên dîrokê ye. 

Şewitandin, rûxandin û bi erdê re kirina yek a bajarên Kurdan û êrişa li dijî goristanan heman tişt e. Her wiha di wate û hedefa diyarkirî de êrişa li dijî goristanan ji rûxandin, şewitandina bajaran jî girantir e. Bajar ji nû ve dikarin werin avakirin; civak dikare ji bin vê zilmê rabe. Lê belê bi armanca rakirina hemû şopên têkildarî Kurdan tê wateya êrişa li dijî civak, dîrok, îro û siberoja Kurd. Êrişa bi giştî çewisandina Kurdan e; tevkujiyeke giştî ye. Tê xwestin îradeya Kurd bê şikandin û bixin rewşeke ku careke din nikaribe li ser lingê xwe raweste. Ji ber vê yekê jî li êrişa li dijî goristanan nabe ku mirov mîna ku tiştekî ji rêzê, rojane be û ji dîrok û civakê cuda binihêre. Bêhelwêstmayina li dijî êrişa li dijî goristanan, tê wateya întîhara giştî ya gelekî. 

Ev êrişa dijmirovahî divê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, mîna êrişeke li dijî tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê were dîtin. Lewra tenê ji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşandana nerazîbûnê hêvîkirin, şaş e. Di serî de ciwan û jin divê li hemû parçeyên Kurdistanê gel rabe ser piyan, helwêsta xwe li dij faşîzma AKP-MHP’ê nîşan bide. Divê nîşanî van hêzên faşîst bê kirin ku nirxên Kurdan ne bêxwedî ne. Divê faşîzma tevkujer a AKP-MHP’ê hem were şermezarkirin hem jî li tevahiya cîhanê were teşhîrkirin. Divê tola êrişa vê desilatdariya faşîst a li dijî goristanan ku ji bo rastiya xwe veşêre di demogojiyê de sînoran nas nake, giran were standin û li tevahiya cihanê were teşhîrkirin. Ciwanan pêngava ‘Serî Hilde’ daye destpêkirin. Divê vê yekê bi protestoyên êrişa li dijî goristanan re bikin yek. Ciwan dikarin li tax û kolana xwe vê êrişê protesto bikin. Ji xwedîderketina li goristanan bêhtir, mafarekî mirovî û rewa tine ye. Xwedîderketina li goristanan, xwedîderketina li mirovahî û nirxên mirovahiyê ye. Li gel dewleta Tirk, desilatdariya wê, derdorhen siyasî û yên ji xwe re dibêjin, rewşenbîr û nivîskar ji qîmeta ti nirxan nas nakin. Tirkiye veguherandine civakeke bênirx. Di rastiyê de komên lumpen ên ku bi ti nirxan nizanin, hatina afirandin. Niha li Tirkiyeyê derdorên herî lumpen dijîn. Nedayina ti nirxî û nasnekirina wan, lumpenî ye. Li Tirkiyeyê sereklumpen jî Tayyip Erdogan e. Yê li ber destê wî jî Dewlet Bahçelî ye. Tirkiye ji aliyê koma lumpenan ve tê birêvebirin. 

Li gel wan kesên Tayyip Erdogan destek dikin dîn û îman nemaye. Yên ku Tayyip Erdogan destek dikin dîn û îmana wan yekser tine dibe. Ji ber ku li gel Tayyip Erdogan dîn û îman tine ye.  Dîn û îman menzume yan jî sîstema nirxan e. Nirxên bingehîn ên mirovahiyê heta serdema nêz jî bi formên olan afirî ne û heta roja me hatine. Gelo mirov dikare qala ol û îmana xwediyê êrişa li dijî goristanan a di ti olan û nihêrînên siyasî de rewa nayê dîtin, bike? Tayyip Erdogan û desilatdariya AKP’ê olê bi tevahî mîna amûreke ji bo berjewendiyan bi kar tînin. Ol veguherandine amûrê. Bi vê yekê re xiyaneta herî mezin li dijî ol û îmanê kirine. Serokên xiyanetkaran jî Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ne. 

Li Tirkiyeyê mîna Tayyip Erdogan fîgûrekî din ê siyasî yê xiyanetê li civaka xwe kiriye nehatiye dîtin. Jixwe, ji bo Tayyip Erdogan destilatdarî heye, gel tine ye. Gel amûrek e ku ji bo desilatdariyê tê bikaranîn. Tayyip Erdogan ji bo li desilatdariyê bimîne hemû nirxan bi erdê re dike yek. Heger wateyeke Tayyip Erdogan a ji bo gelên Tirkiyeyê hebe ew jî ceza ye. Heta Tirkiye ji Tayyip Erdogan rizgar nebe, nagihije tenduristiya xwe. Ya herî zêde zirarê dide tenduristiya gelê Tirkiyeyê, Tayyip Erdogan e. Heger Tirkiye dixwaze bigihîje tenduristiya xwe û ji nexweşiyê rizgar bibe, divê têkoşîna li dijî desilatdariya AKP-MHP´ê xurt bike û jê rizgar bibe. 

Ne hêsan e ku desilatdariyek êrişî goristanan bike, li ser piyan bimîne. Bênirxî, bêheziya herî mezin e. Ji ber ku desilatdariya AKP’ê ji nirxan bêpar e, ketiye rewşa desilatdariya herî lawaz a Tirkiyeyê. Dema ku li dijî êrişa goristanan civak rabû ser piyan, şehîdgehên gerîla wê Tayyip Erdogan û desilatdariya faşîst têk bibin, pêvajoya demakratîkbûnê wê bi kurahî û berfirehî bi şax û per bibe û mirovahiyê ji vê belaya tevkujer û qirrker rizgar bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA