'Serdema Xwedayên bi Maske û Qralên Nixumandî' bi Fransî çap bû

Parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Serdema Xwedayên bi Maske û Qralên Nixumandî" bi zimanê Fransî çap bû.

Bergê destpêkê yê rêze pirtûkên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ê bi navê "Serdema Xwedayê bi Maske û Qralên Nixumandî" bi zimanê Fransî hate wergerandin û ji weşanxaneya Croqûantê hate weşandin.

Pirtûk di salvegera 22'an a komploya 9'ê Cotmehê de hate weşandin.

Pirtûka bi Fransî ji 203 rûpelan pêk tê. Tîma wergerê ragihand ku bersiva herî mezin a li komplogeran, belavkirina nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Tîma wergerê diyar kir ku wergera bergê duyemîn ê pirtûkê di demeke kurt de biqedînin.