Serdema nû ya Şaxa Astengdaran destpê dike
Serdema nû ya Şaxa Astengdaran destpê dike
Serdema nû ya Şaxa Astengdaran destpê dike
Midûriyeta Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di heyama nû de dê bi kursên pîşeyî, çalakiyên çandî û werzîşî û rehabîlîtasyonê xebatên xwe bimeşîne.
Midûriyeta Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hêsankirina jiyana astengdarên li bajêr dijîn xebatan dimeşîne. Heyama nû ya vê beşê 15'ê Îlonê destpê dike. Ev serdem heta nîvê meha Hezîranê dê bidome.
Di vê serdema de ji bo astengdarên bin banê Midûriyeta Şaxa Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê çêkirina xirş û xalan, zimanê nîşanan, alfabeya braille, ji bo astengdarên guhên wan giran dê asta 1 û 2 ya xwendin û nivîsînê, ji bo astengdarên têkil jî asta 1 û 2 ya xwendin û nivîsînê û kompîterê bê dayîn.
Kesên ku dixwazin ji bo kurs an jî perwerdeyê serî lê bidin dikarin serî li Beşa Piştgiriya Astengdaran a bi ser Serokatiya Karên Civakî ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidin. Qeyd dê tevahiya heyama perwerdeyê berdewam bin. Ji bo agahiyê jî serlêder dikarin pêwendiyê bi ser numareya 0412 226 22 98 bi nimreya 218, 222, 226 an jî 227 re bikin. Ji bo randevuya Servîsa Astengdaran jî dikarin li 153 bigerin.
Ji aliyê din ve Midûriyeta Şaxa Astengdaran dê bi rêya SMS'ê agahiyê bigihîne 4 hezar û 700 astengdaran da ku der barê kursan de bibin xwedî agahî.