Serdana Ûca ya li Katalonyayê

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji bo du rojan Herêma Katalonya ziyaret kir û bi rêveberên herêmî, nûnerên partiyên siyasî û xebatkarên medyayê re rûnişt.

Feleknas Ûca roja Duşemê hat paytexta herêma Katalonya Barcelonayê û Parlamenta Katalonyayê, Şaredariya Barcelonayê, Partiya Esqûerra Repûblîcana, qenala nûçeyan Cat24 û RadîoCat ziyaret kir.

Ûca her wiha tevlî civîneke çapemeniyê bû, ku saziyên medyayê yên li Katalonyayê lê amade bû û di civînê de qala girtina HDP'yiyan, desteserkirina şaredariyan, zextên li ser çapemeniya mûxalîf û pirsgirêkên Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê xwe li Kurdistanê girtine, kir.

DIXWAZIN DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BIGUHERÎNIN

Ûca bibîr xist, ku niha 12 parlamenterên HDP'ê girtî ne, her roj êrîş li buroyên partiya wan tên kirin û anî ziman, tevî her tiştî jî ew ê bê westan, têkoşîna xwe bidomînin.

Ûca diyar kir, dewleta Tirk bi heman rengî nêzî Kurdên Êzidî û penaberên Sûriyeyî nabe û işaret bi polîtîkaya asîmîlasyon, zext û koçberkirinê kir.

Feleknas Ûca destnîşan kir, ku bi êrîşên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re hewl tê dayîn demografiya herêma Kurdan bê guhertin û bi çavtirsandinê dixwazin Kurdan ji cih û warên wan derxînin.

SIYASETMEDARÊN KATALON DESTEK DAN HDP'Ê Û GELÊ KURD

Di hevdîtinekê de ku Şaredariya Barcelonayê û partiyên li Parlamenta Katalonyayê lê amade bûn, piştgirî û hevkariya bi HDP'ê re hate ragihandin. Siyasetmedarên Katalon dan xuyakirin, ku di bin navê têkoşîna li dijî terorê de, nabe ku parlamenterên bi dengê gel hatine hilbijartin werin girtin û zext li hevşaredaran bê kirin.

Hilbijartiyên Katalon bang li hikûmeta navendî ya Spanyayê kirin, ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne.

Wekî din, saziya mafên mirovan a bi navê CIEMEN'ê civîn, panel û hevdîtin organîze kir û di van danûstandinan de jî eleqeyeke mezin ji bo HDP û têkoşîna azadiyê ya Kurd hebû.

Li ser navê CIEMEN'ê Davîd Mînoves û Antonî Llûîs Trobat axivîn û diyar kir, ev 15 sal in bi Kurdan re têkiliyeke wan a dostaniyê heye û wê vê têkiliya xwe xurtir bikin.