Şenoglu: Ev komplo jî di destê wan de ma
Şenoglu: Ev komplo jî di destê wan de ma
Şenoglu: Ev komplo jî di destê wan de ma
Rêveberê Giştî yê Rojnameya Atilim Sedat Şenoglu yê ji aliyê dozger ve hat berdan ji ANF’ê re axivî.
Şenoglu ku der barê êrîşên li hemberî wan de got, "Ev operasyon bi awayekî bi lezûbez hatiye kirin” di berdewama axaftina xwe de ev xal destnîşan kir: "Ji ber ku dewlet ji raperîna gel a mezin aciz bûye, hewl daye berxwedana gihiştiye asteke navneteweyî reş bike. Li ser vî esasî ESP, hedef hatiye girtin û rojnameger tevlî vê kirine. Fezlekeya hatiye amadekirin, berhema zîhniyeta komplogeriyê ye; ancax weke her demê ev komplo di destê wan de maye.”
Şenoglu got ku di serbestberdana wan de bandora hêza gel hebû.
Şenoglu di axaftina xwe de da diyarkirin ku di bin çavan de rastî êşkenceyê hatine û wiha berdewam kir: "Dema hewl dan me ji bo girtina nimûneya tifê bibin, em li hember derketin. Bi awayekî ku destê me ji pişt ve girêdayî em bi erdê ve kaşkirin û ji wesayîtan daxistin. Bi gaza îsotan êrîş kirin. Me der barê bijîşk de gilî kir. Ji ber ku destê me di kelepçeyê de û bi zora polîsan hewl dida nimûneya tifê bigire.”