Şêniyên Mexmûr dizîvirin wargehê
Şêniyên Mexmûr dizîvirin wargehê
Şêniyên Mexmûr dizîvirin wargehê
Penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ 6’ê Tebaxê neçar man cihê xwe berdin, li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Hewlêr,Kerkûk, Zaxo, Duhok û Ranya yê belav bibûn, Mizgeft û dibistanan de bi cih bibûn vedigerin wargehê.
Dî 6’ê Îlonê de penaberên ku 35 roj in di mizgeft û dibistanan de ne, ji ber hikûmeta heremî cihekî din neda tevî ku ne bi ewle ye jî neçar man dîsa bizivirin wargehê. Penaberan diyar dikin ku ger hikimetê cihekî din bidana wan dê nehatinabana Mexmûr û gotin; “Bi salane em di şertên penaberiyê de dijîn, me gelek berdêlên giran dan û em bi zextên pir dijwar de derbas bûn. Vê carê jî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ dîsa em bûn penaber. Çawa di salên 1994'an de ji derveyî PKK'ê kes li me xwedî derneket îro jî dîsa ji derveyî PKK’ê kes li me xwedî derneket. Hikûmetê her got, em ê cihekî bidin we, lê ev pêk neanî, ji ber vê jî tevî ku ne bi ewle ye jî em neçar man dîsa bizivirin wargehê.”
Şêniyê bi navê Akîf Bilikî jî bang li hemû gelê Kurd kir ku di vê demê de yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe bilind bikin û wiha berdewam kir; “Ez bang li hemû gelê Kurd dikim, ev çend sal e dibêjin bihara Ereban, ev bihara jî bihara Kurdan e. Ez ji hemû Kurdên xwedî rûmet re dibêjim bila vê demê bêdeng nemînin û bila li her derî dengê xwe bilind bikin.”