Sendîkaya înşaet û avahiyan, Sendîkaya Karkerên înşaetê û avahiyan a şoreşger ên girêdayî DÎSK'ê ji bo 27 karkerên hatin girtin yên li Balafirgeha 3'emin kar dikirin bi hevre daxuyanî dan çapemeniyê. Sendîkayan li navenda Gişti ya DÎSK'ê bi hevre civîna çapemeniyê pêk anîn. Karkeran li salona civîne pankarta “Bila karker û sendîkavanên girtî serbest bên berdan. Bila hemû daxwazên karkeran bên qebûlkirin. Em ne kole ne." vekirin.
LI ŞANTIYEYAN ŞERTÊ KOLETIYÊ HEYE
Endamê Sendîkaya Înşaat Îş'ê Kadîr Kurt ku bû şahidê bûyera 14'ê Îlonê ya 36 hezar karker lê kar dikin, wiha qala şertên kar kir: “Mirov dikare gelek pirsgirêkan rêz bike. Her ku me çalfkî pêk anîn gotin 'Em wê daxwazên we qebûl bikin.' Ji bo ev pirsgirêkên me neyên zanîn em û civak ji hev qut kirin. Li hemû şantiyeyan şertê koletiyê heye. Di çalakiya dawî de me bi hevre bersîv da. Bi vê çalakiyê em bûn dengê gelek karkerên Tirkiye. Dixwazin deng û awazê karkerên înşaetê qut bikin. Li aliyekî patron reklama xwe didin medya xwe, li aliyê din hêzê bikar tînin."
EM DIKARIN BI HEVRE JI BIN VÊ YEKÊ DERKEVIN
Serokê Sendîkaya Înşaetê û Karkerên xaniyan Alî Oztutan jî diyar kir ku ew dikarin bi hevre milê xwe bidin hev û ji bin van pirsgirêkan derkevin û wiha got: "Ji bo em vî karî bi hevre bikin me dest bi xebatan kir. Ne tenê 3 sendîka, em dixwazin hemû sendîkayên din jî tiev li vê pêvajoyê bikin. Hemû karkerên Balafira 3'emîn dengê xwe bilind kirin. Ev yek wê ji bo febrîqeyên din jî bibe minak. Piştgiriya me ya jibo hevalên me yên din jî wê bidome."
HEVALÊN ME SERBEST BERDIN
Li ser navê hemû sazian Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev –Yapi Înşaat Yolê Nihat Demîr daxuyaniya hevpar xwend. Demîr, diyar kir ku nêzî 600 hevalên wan ên li Balafirgeha 3'emîn li diji şertê koletî, cînayetên kar û xerab dengê xwe bilind kirin û hatin binçavkirin jê 27 hevalên wan hatin girtin û xwest hevalên wan ên girtî serbest bên berdan.
24 Hevalên me yên sendîkya Înşaat-Îşê hatin girtin. Ewil şandin Girtîgeha Metrisê û ji wir jî şandin Silivriyê. Hem karker û hem jî malbatên wan mexdûr kirin. Em dixwazin hevalên me yên girtî bi lez serbest berdin. Karkerên Balairgeha 3'emîn şertê koletiyê red dikin. Em mafê xwe yê tenduristî, ragihandin, ewlehî, civakî û aborî dixwazin. Em dixwazin berpirsiyar bên darizanin. Em bang li hemû hempîşe, rêxistinên demokratîk û civakî dikin ku piştevaniya karkeran xurt bikin.
Sendîkayên piştgiri dan karkeran wiha ne:
“DÎSK, KESK,TMMOB, TTB, Gıda-Îş, Limter-Îş, Sine-Sen, Emekliler Dayanışma Sendikası, Genç Îşçî Der. Emekçiler Der. Alsnters, Meclîsa Adalar Demokrasi, BDP, DBP, DTK, DÎB, DAF, Tevgera Şoreşger, Koma Diyalogê, EMEP, Pardiya Kedê, ESP, HDP, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Platforma Yekitiya Têkoşînê, Partizan, SMF, Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan, TİP, THK, YDG, Partiya Kesk û pêşerojê, Hewldana Welatiyan û Hewldana 78’an."