Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê li Tirkiyê ye

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê li Tirkiyê ye

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjorn Jagland, ji bo hin danûstandinan pêk bîne çû Tirkiyê. Tê payîn, Jagland hişyariyên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê û Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewrûpayê ji Tirkiyê re ragihîne. Her weha tê texmînkirin di hevdîtinan de mijarên Berxwedana Parqa Gezî, dijwariya polîsan û pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên rojevê.

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjorn Jagland ê ji bo hin danûstandinan çû Tirkiyê, wê sibê bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erodgan, Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn û hin wezîran re hevdîtinê bike.

Çavkaniyên dîplomatîk dan xuyakirin ku we di serdana 2 rojan a Jagland de, wê di çarçoveya têkiliyên Konseya Ewrûpa û Tirkiyê de, mijarên mafên mirovan, demokrasiya tevlêkar, dewleta huqûqê, destûra bingehîn a nû, protesto û dijwariya polîsan a di xwepêşandanên Parqa Gezî de,  pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, werin nirxandin.