Serokê Giştî yê TGS'ê Ûgûr Guç destnîşan kir, ku yekane sekna li dijî zext û sansurê, têkoşîna rêxistinbûyî û piştgirî ye. Guç got, roja 5'ê Cotmehê wê li tevahiya cîhanê daxwaza azadiya rojnamevanên li Tirkiyeyê bê kirin.
Desthilatdariya AKP/Qesrê bi Biryanemya Xwedî Hukmê Qanûnî re, 12 qenalên TV û 11 qenalên Radyoyê girt, ku di nav de qenalên Hayatin Sesî TV, TV 10, Zarok TV û Jiyan TV jî hene. Nerazîbûna li girtina qenalên televîzyon û radyoyê zêde dibin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Ûgûr Guç diyar kir, ku di bin navê 'têkoşîna li dijî FEOT' de ev zext û zordarî li dijî weşangeriya Kurd, Elewî, sosyalîst û mûxalîfan tê kirin. Guç da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi vê rêyê dixwaze desthilatdariya xwe mayînde bike û got, "Tehemûla AKP'ê ji nêrîn û dengekî li derveyî xwe re nîne. Bi vê rêyê dixwaze çapemeniyê bixe bin kontrola xwe."
'DIVÊ MIROV LI BER VÊ YEKÊ RABIN'
Guç da zanîn, ku divê haya rojnamevanan ji xeteriyê hebe û destnîşan kir, ku rojnamevanên ji tirsa windakirina karê xwe dengê xwe dernaxînin û her şêwe zextê qebûl dikin, divê zanibin ku heman xeterî li ser wan jî heye. Guç got, "Lazim e rojnamevanên dengê xwe dernaxînin zanibin ku cihên ew niha lê dixebitin di dema pêş de wê bibin hedef." Guç destnîşan kir, ku yekane sekna li dijî sansur û zextan, têkoşîna rêxistinbûyî û piştgirî ye. Guç diyar kir, girtina organên weşan û çapemeniyê dibe ku di dema pêş de bi rojnameyan dewam bike û anî ziman, piştî girtina rojnameya Gundemê tê gotin ku dibe ku dor bê rojnameyên din ên mûxalîf ên weke Evrensel, Bîrgun, Sozcu, Cûmhûriyetê. Guç anî ziman, ku ew ber bi pêvajoyeke 'yek dengî' ve diçin û destnîşan kir, ku divê her kes bi taybetî jî gel li ber vê rewşê rabe. Guç bibîr xist, ku weşanên ji yek dengî, wê civakê hê bêhtir li dijî hev rake û got, "Ji xwe her êvarê di televîzyonan de propaganda AKP'ê tê kirin, guhdarîkirin û temaşekirin. Bi vî rengî pêşî li bilêvkirina nêrînên cuda tê girtin. Lazim e ev rêveçûna xetere bê sekinandin. Divê mirov xwedî li weşanên mûxalîf û mafê wergirtina nûçeyan ê gel derkeve."
YEK JI YÊ DIN NEÇÊTIR E
Ûgûr Guç da zanîn, ku di mijara bêdengkirina çapemeniyê û girtina rojnamevanan de cemata Fethûllan Gulen û hikûmeta AKP'ê ne kêmî hev in û got, "Car parçeyên heman civatê ne. Li dijî hev şer bikin jî, ji ber ku mejî û bîrdoziya wan yek e, tiştek ji bo mûxalîfan naguhere. Mirov dikarin bêjin, ku di vê demê de zextên li mûxalîfan zêdetir bûne. Ji ber vê yekê wê bi ti awayî nehêlin dengê cuda derkeve û pêla girtinê bi dijwarî dewam bike." Guç anî ziman, piştî hewldana darbeyê, AKP'ê hewl daye hîn bêhtir otorîter bibe û got, "Piştî hewldana darbeyê li pêşiya AKP'ê du alternatîf hebûn. Ya wê yekîtî û demokrasî xurt bikira, xwe bi hêzên lîberal û demokratîk bida qebûlkirin, ya jî bi otorîtebûyînê desthilatdariya xwe xurtir bikira. Rêya duyemîn hilbijart û niha welat ber bi otokrasiyê ve diçe."
Guç herî dawî ragihand, ku roja 5'ê Cotmeha 2016'an wê bi pêşengiya Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî, li gelemperiya cîhanê ji bo azadiya rojnamevanên li Tirkiyeyê û li ser meyda civakî kampanya bên meşandin. Guç da xuyakirin, ku yê darbe kiriye hikûmeta AKP'ê bi xwe ye û got, "Em ê li vê derê têkoşîna xwe bidomînin. Li kolanan, li ber girtîgehan em ê çalakiyên xwe bidomînin."