Berdevkê Polîtîkaya derve û Parastinê ya Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyanan (CSU) Florîan Hahn, ku partiya wî li dijî endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ye got, êdî ti wateya muzakereya bi Tirkiyeyê re ya li ser sernavê 'dewleta hiqûqê û azadiyan' nema ye. Hahn ji Serokwezîr Angela Merkel xwest 'sînyaleke zelal' bide Tirkiyeyê. Sekreterê Giştî yê CSU Andreas Scheuer jî ji bo sekinandina muzakereyan bang kir.
Ji partiya Angela Merkel CDU, ku parêzvana serkee ya têkiliyên bi Erdogan û AKP'ê re ye, cara yekemîn nerazîbûneke zelal hat nîşandan. Sekreterê Giştî yê rêxistinbûna ciwanan a CDU Junge Union Paul Zîemjak got, "Kî xeyala endametiya Tirkiyeyê ya li nava Yekîtiya Ewropayê dike, divê êdî hişyar bibe." Zîemjak bang li serokên hikûmet û dewletên Yekîtiya Ewropayê kir, ku ji bo nirxandina mijara Tirkiyeyê li hev bicivin.
SPD Û KESK JÎ LI DIJÎ MUZAKEREYÊN ENDAMETIYÊ NE
Ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat a hevparê desthilatdariyê ye, ku heta roja îro destek da endametiya Tirkiyeyê, daxuyaniyên neyînî tên. Berdevkê Têkiliyên Derve ya Koma SPD a li Meclîsa Federal Nîels Annen da xuyakirin, ku eger bûyerên di rojên dawî de diqewimin dewam bikin, divê muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re bên sekinandin.
Cîgirê Serokê Koma SPD Axel Schafer jî got, "Yên li Enqereyê li ser desthilatadriyê ne, ji bo muzakereyên endametiya Yekîtiya Ewropayê bi temamî bê sekinandin, çi ji destê wan tê dikin."
Hevserokê Partiay Keskan Cem Ozdemîr ku demeke dirêj destek da hikûmeta Erdoagn û endametiya Tirkiyeyê ya li nava Yekîtiya Ewropayê diparast got, "Heta ku Erdogan Serokkomar be, bêwate ye muzakere dewam bike." Ozdemîr jî xwest, muzakere bên sekinandin.
DIE LINKE DIXWAZE PEYMANA LI SER PENABERAN JÎ BÊ BETALKIRIN
Ji eniya partiya mûxalefeta bingehîn Partiya Çep (Die Linke) jî heman bang hat. Seoka Koma Meclîsê ya Die Linke Katrîn Gorîng-Eckardt destnîşan kir, ku heta pêkanîna Rewşa Awarte hebe, wê muzakereyên endametiyê neyên kirin. Gorîng-Eckardt her wiha ragihand, divê peymana li ser penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê jî bê betalkirin.
MERKEL NAXWAZE ERDOGAN ACIZ BIKE
Lê belê bêdengiya hikûmeta Federal a li ser mijara Tirkiyeyê dewam dike. Wezîrê Karên Derve yê ji partiya SPD'ê Frank-Walter Steînmeîer duh banga 'bila Rewşa Awarte demeke kurt dewam bike' kir. Tevî vê yekê, tê gotin Angela Merkel naxwaze daxuyaniyeke ku Erdogan aciz bike, bide.