Şehîdên Rojava li Berlînê hatin bîranîn

Kurdên li Berlînê, di kesayetiya Levî Jonathan Shirley (Agir Şervan), Feysel Ebû Leyla û Husên Çawîş (Herekol) de şehîdên şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn.

Kurdên li Berlînê, di kesayetiya Levî Jonathan Shirley (Agir Şervan), Feysel Ebû Leyla  û Husên Çawîş (Herekol) de şehîdên şoreşa azadiyê ya rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn. Merasîma bîranînê li Navenda Ciwanên Rojava ya li Neukolln a Berlinê pêk hat û tevî malbatên şehîdan ên ji Bakur û Rojava gelek Kurd beşdar bûn. 

Di merasîmê de Mamosteyê Zimanê Kurdî Adnan Osê û ji Saziya Malbatên Şehîdan KOMAW'ê Şemse Bîlgîn axivîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyana pakrewanên Kurdistanê Osê mafê axaftinê girt li ser girîngî û watedariya şehadetê û şehîdan axivî. 

Adnan Osê di destpêkê de berxwedêrên 14'ê Tîrmehê yên Rojiya Mirinê ya Mezin bibîr anî û got, "Roj nîne ku li welatê me nûçeya şehîdan belav nebe. Ev jî rastiya welat û miletê me ye, mixabin. Di fikir û felsefeya vê şoreşê de Kurdistan yek e û yek parçe ye. Lewma mirov dikare ji her parçeyên Kurdistanê kesan di nav refên vê şoreşê de bibîne. Mirovên ku dev ji malbat, zarok, cih û war û jiyana xwe berdidin û xwe goriyê şoreşê dikin, hîn jî xwe ji gelê xwe re deyndar dibînin. Ev e felsefeya kûr a vê şoreşê ku li gel her cûre êrîşê jî têk naçe û natewe.

ŞOREŞA MIROVAHIYÊ

Adnan Osê bi fikir û felsefeya şoreşê ve girêdayî şehadeta kesên ku ji Awûstralya, Kanada, Elmanya û Amerîka tên û tevlî şoreşê dibin, wisa jî şehîd dikevin bi bîr xist. Osê wiha got: Levî Jonathan Shirley (Agir Şervan) bînin bîra xwe. Ev çi babet e, mirovek ji welatekî hinde dûr tê û ji bo welatê me şehîd dikeve, çima? Ev şoreşa mirovahiyê ye, li dijî faşîzmê û terorê."

Adnan Osê wiha pê de çû: "Heval Herekol yek ji endamê destpêkê yê PKK'ê li Rojava bû. Li çiyayên Kurdistanê gelek lehengiyên wî hatin dîtin, di sala 1990'î de bi birîndarî dîl ket destê dijmin. Îşkenceya dijwar lê hat kirin. 15 salan girtî ma, lê nekarîn bawerî û vîna wî bişkînin. Piştî hat berdan, vegeriya Rojava. Tevlî şoreşê bû. Wek fermandar, mamoste û şervan li şerê xwe dewam kir. Wek kesayetiyeke paqij û nimûne ya şoreşgerî di 19 ê Tîrmehê de li ser rêya Dêrikê şehîd ket.

Ebu Leyla evîna Kurdistanê di ser malbat û zarokên re girt. Qehremanekî bi nav û deng ji Kobanê ye. Ji gundê Reşik e. Di destpêka şoreşa Rojava de Tabûra Şems el Şîmal (Roka Bakur) ava dike û beşdarî Artêşa Azad dibe. Ev artêş bi piranî ji Kurdan pêkhatî bû, lê gelek pêkhateyên din jî di nav de cih digirtin. Li Murşîdpinarê di şerekî dijwar de birîndar bû, piştî dermankirinê vegeriya nav refên şoreşê, lê di 3 ê Hezîranê de li nexweşxaneyeke Silêmaniyê jiyana xwe goriyê zarokên welatê xwe kir. Daxwaza wî ew bû zarokên Kurd, li gel zarokên cîhanê bi azadî bijîn û bilîzin. Em bejna xwe li ber wan lehengan ditewînin, em rêzê li tevahiya dayîk û bavên şehîdan digirin û divê em bawer bin ku dê Kurdistan bi xwîn û keda wan pakrewanan azad bibe."

'JINA KURD A LI NAVA CIVAKÊ NIKARÎBÛ ÇAVÊN XWE VEKE, NIHA LI DIJÎ ARTÊŞÊN HERÎ DIJWAR BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDE'

Li ser navê malbatên şehîdan Şemse Bîlgîn jî behsa tevlîbûna keça xwe ya şoreşê û şehadeta wê kir. 

Bîlgîn got: "Mirov nikare bi gotinan behsa wan bike. Keça min jî li vir çêbû, mezin bû lê rewşa welat qebûl nekir. Wê demê pir dijwar bû, mirov nedikarî bêje çûye şoreşê, kesî fêm nedikir. Çûna keçekê ji malê meseleyeke pir giran bû. Niha bi mîlyonan mirov hene, bi deh hezaran kes hene ku tola wan hiltînin. Keça min ji Kurdîtiyê jî pir zêde fêm nedikir. Bi tenê rewşa Kurdan, jina Kurd û pê bawerî anî ku ev şoreş dixwaze Kurdistanê rizgar bike. Wisa jî got; ez nasekinim. Jina Kurd ku nedikarîbû di nav civakê de çavên xwe veke, niha li hemberî artêşên herî dijwar bi lehengî li ber xwe dide. Em jî bi wan şehîdan serbilind in."

...