Şehîdên 14'ê Tîrmehê û Hisên Çawîş li Swêdê hatin bîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG'ê Hisên Çawiş ê di dema merasîma salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, li bajarên Stockholm û Ûppsala yên Swêê hatin bîranîn.

Rêveberên navenda Civaka Demokratîk a Kurd û siyasetmedarên Kurd ên li bîranînê axivîn, bal kişandin ser girîngiya Şehîdên 14 Tîrmehê ji bo gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Qisekeran destnîşan kirin, ku Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan, li hemberî îşkenceyên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li zîndanan, destana berxwedanê nivîsandine.

Qisekeran dan zanîn, berxwedana 14'ê Tîrmehê wate daye pêngava 15'ê Tebaxê û anîn ziman, li Bakurê Kurdistanê di rewşa heyî de mîna dema 14'ê Tîrmehê îşkence û komkujî tên kirin û bang li gele Kurd kirin, bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedanê mezin bike.

Di bîranînê de endamê Fermandariya Giştî ya YPG'ê Hisên Çawîş (Herekol) ê di dema merasîma salvegera Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. Di çalakiyan de jiyan û têkoşîna Çawîş hatin vegotin.

Hat ragihandin, ku Hisên Çawîş di dema şerê herî giran de li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîla de cih girt, piştî ku bi birîndarî dîl hat girtin 15 salan li zîndanê ma û berxwedaneke mezin nîşan da.

Hat destnîşankirin, ku Çawîş ê mamoste û fermandarekî xurt bû, di nava civaka Rojava û Sûriyeyê de bûye sembola biratiya gelan û jiyana bi hev re.

...