Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Ewropayê hatin bîranîn

Li gelek bajarên Ewropayê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê civînek bîranînê lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Qisekeran banga xwedîderketina li mîrateya şehîdên şoreşê kir û dirûşmên "Şehîd Namirin",  "Bijî Serok Apo" qîriyan.

FREÎBÛRG

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ahtin bîranîn. Civîna bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di axaftina li ser navê komîsyonê de hat ragihandin, gelê Kurd bi saya şehîdan gihaştiye vê rojê û ji bo xwedîderketina li bîranîna şoreşgerên leheng ên zîndana Amedê, banga xurtkirina şoreş û têkoşînê hat kirin.

LÎNZ

Kurdistanî û Dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Awûstûrya Lînzê li hev civiyan. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyon hat nîşandan. Dûre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lînzê Îmam Yildiz axivî. Yildiz rewşa dawî ya siyasî nirxand û destnîşan kir, eger gelê Kurd îro di nava gelên azad de cih digire ev bi saya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hemû şehîdên leheng in.

KOPENHAGEN

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Li vê derê, nûnerê KCDK-E Felat, Berdevkê PYD'ê yê Kopenhagenê û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Dogan peyivîn û destnîşan kirin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke berxwedanê ye. Qisekeran diyar kirin, ev berxwedan di şexsê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de îro ber bi azadiyê ve diçe.

MARÎGNANNE

Li bajarokê Marîgnanne yê bajarê Marsîlya yê Fransayê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê sînevîyon li ser şehîdên 14'ê Tîrmehê hat nîşandan. Piştre ji şahidên berxwedanê Cûma Tak peyivî û kesayetên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê vegot. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

VIYANA

Li Viyanayê jî, şehîdên 14'ê Tîrmehê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi civîneke gel hatin bîranîn. Di civînê de sînevîzyonek li ser berxwedêran hat nîşandan.

MONTPELLÎER

Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Fransa Montpellîerê de li ser girîngiya çalakiya şehîdan ji bo Kurdan axaftin hat kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cevat Guneş bibîr xist, ku mîrateya berxwedana zîndanan hê zindî ye. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.

...