Sefîrê Bilind ê Fransa: Em dixwazin bûyera Parîsê ronî bibe
Sefîrê Bilind ê Fransa: Em dixwazin bûyera Parîsê ronî bibe
Sefîrê Bilind ê Fransa: Em dixwazin bûyera Parîsê ronî bibe
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Enqereyê Laûrent Bîlî da xuyakirin ku lêpirsîna der barê qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê de dewam dike û anî ziman ku ji bo ronîkirina bûyerê pêwistiya wan bi demê heye.
Sefîrê Bilind ê Fransayê û Wezareta Edaletê li Amedê bi mijara "Tundiya li dijî Jinê" semînerek lidar xistin. Di semînera li Dedeman Otel'ê de Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Enqereyê Laûrent Bîlî, Dozgerê Lêkolînê yê Muduriyeta Giştî ya Qanûnan a Wezareta Edaletê Servet Kaya, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serdozgerê Komarê Îlker Çetîn û nûnerên gelek saziyan amade bûn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di axaftina vekirinê ya semînerê de diyar kir ku di nava civakên asta perwerdeyê bilind û nizm de tundiya li dijî jinê her heye û got, "Gelo emê çawa karibin li dijî cihêkariyeke ku li genên civakê bicih bûye, têbikoşin. Emê çawa li dijî vê têbikoşin. Di vê têkoşînê de bêguman divê tedbîrên îdarî, tedbîrên dadgerî, tedbîrên civakî, tedbîrên aborî, xebatên ji bo wekheviya zayendî û guhertinên îdarî bên kirin. Ev têkoşîn divê beriya her tiştî bi rêk û pêk, bi gelek alî were meşandin."
Baydemîr ragihand ku di hemû xebatên li nava bajêr de wan hewl dane cihêkariyê ji holê rakin û got, "Di pêkanîna şaredariya civakî ya 27'ê şaredariyên metropolên cîhanê beşdar bûn de, qada me ya Jiyana Civakî ya Sumerparkê xelata yekemîniyê wergirt. Bi navenda xwe ya jinê, bi navenda xwe ya zarokan, bi navenda xwe ya ciwanan û bi navenda xwe ya bidestxistina pîşeyî re. Di vê mijarê de Amed gelekî bi pêş ve çûye. Gelo tundiya li hemberî jinê bi tenê çavkaniya xwe ji malbatê digire? Tundiya cemaweriyê, tundiya dewletê berê xwe didin jinê. Li vê erdnîgariyê ev 30 sal in tundiya li dijî jinê bi destê dewletê tê kirin. Ne tenê li vê erdnîgariyê. Li navenda Parîsê sê jinên dîplomat ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk bi hovane hatin qetilkirin. Li gelek cihên cîhanê tundiya li hemberî jinê dewam dike. Îro li Sûriyê, ji ber nasnameya jinê, jin rastî tundiya her du aliyan tê."
Baydemîr diyar kir ku pêwistî bi perwerdeyeke zayendî ya civakî heye û got, "Pêwistî bi pergaleke perwerdeyê ya azadî perest û zayendî heye. Tedbîrên giştî û îdarî pêwîste bi awayekî cidî careke din di ber çavan re bên derbaskirin."
Dûre Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Enqereyê Laûrent Bîlî axivî û der barê qetilkirina sê şoreşgerên jin ên roja 9'ê Çileyê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de got, "Birêz Serok min peyama we girt. Li gel me gotineke pêşiyan heye. 'Edaleta sade edaleta nîne'. Divê hinekî bi sebir bin. Em jî mîna we dixwazin ev bûyer ronî û çareser bibe."
Bîlî der barê tundiya li dijî jinê de got, "Fransa li hemberî tundiya li dijî jinê, bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû ye. Di sala 1997'an de yekemcar bi lêkolîneke neteweyî re me statîstîkek bi dest xistin. Destpêkê me dîtin ku di mijara tundiya li dijî jinê de bêdengî heye. Ez dikarim sê hejmaran bidim we. Em pê hesiyan ku di sala 2012'an de ji her sê rojan jinekê ji ber tundiya ji hevserê xwe jiyana xwe ji dest daye. Ji her 10 jinan yek rastî tundiyê tê. Salê 50 hezar jin rastî destavêtinê tê. Ev hejmar nayê qebûlkirin."