Sedat Dayar: Bila Dîlekên din nemirin

Sedat Dayar, Birayê Dîlek Dayar a ku dema dixebitî miribû, got, ji bo ku Dîlekên din nemirin ew ê heta dawiyê dozê bişopîne.

Sedat Sayar, birayê Dîlek Dayar a ku 26’ê Tîrmeha 2018’an, dema restorasyona avahiya Navendî ya PTT’ê ya li Sîrkecî, bû qurbanê cînayeta kar, got, îskele bi problem bûye û ev ji hêla firmaya taşeran, mihendis, xebatkaran ve dihate zanîn

Bira Sedat Dayar got bi rengekî aşkere xwîşka wê ber bi mirinê ve hatiye tehfdan. Dayar got ji bo Dîlekên din nemirin ew ê heta dawiyê dozê bişopîne. Dayar got, ‘’Divê jiyana însên ne ev qasî erzan be. Divê danîne fîleyekê, bariyerekê, îskeleyekê ya bi mesafeyeke hewce ji jiyana însên ne girîngtir be Ji firmaya taşeron a bi navê Adim Restorasyon ta bi firmaya sereke Karacan Înşaat, ji Wezareta Çand û Turîzmê bigirin ta bi Wezareta Malbat Xebat û Sosyalê ew ê bikeve pey berpirsên cînayeta kar.’’

EM LI NEXWEŞXANÊ TENÊ BÛN

Dayar got dema ku ew çûne Nexweşxaneya Fatîh Medîkal Parkê hîn bûne ku xwîşka wî ji cihekî bi bilandahiya 20 metroyan ketiye, doktor ji wan re gotiye rewş giran e, sê caran dilê wê sekiniye, parsû, marîpişt, kemax û piyê wê şikestiye.

Dayar bi domdarî got ew li nexweşxanê tenê hatine hiştin û got, xwediyê firmaya teşeraon Adim Restorasyonê wê rojê li nexweşxanê bûne lê dîsa jî nehatine seriyeke nedane wan û got, ‘’Piştî cînayeta kar li me geriyan lê di roja me ya herî giran de, li gel ku li nexweşxanê jî bûne nehatine cem me. Di rojeke wiha de em tenê hatin hiştin.’’

DIVÊ JIYANA ÎNSÊN NE EW QASÎ ERZAN BE

Bira Dayar got hevaleke Dîlek jê re gotiye, dema ku Dîlek hewl da ku ji ber baranê xwe bide alî ji ser îskelê şemitiye û ketiye û got, divê di rojên şilî de neçin ser îskelê, şîrketa taşeron jî zanîbû ku wê rojê baran e û diviya nehiştina. Dayar bi domdarî got şelîtên emniyetê li ser hebû lê pir kin bûye û bihayê wan şelîtan tenê bi 7 lîreyan e û wiha domand, ‘’ ’Divê jiyana însên ne ev qasî erzan be. Divê danîne fîleyekê, bariyerekê, îskeleyekê ya bi mesafeyeke hewce ji jiyana însên ne girîngtir be.’’

EM Ê HETA DAWÎ DOZÊ BIŞOPÎNIN

Dayar got, ‘’Parçeyek ji jiyana me çûn. Dîleka me çû, armanca me ew e ku Dîlekek dî neçe û ji niha û pê de tekane armanca me ew be ku Dîlekên din nemirin’’ û wiha kirpand ku ew ê dev ji dozê neqerin: ‘’ Ji firmaya taşeron a bi navê Adim Restorasyon ta bi firmaya sereke Karacan Înşaat, ji Wezareta Çand û Turîzmê bigirin ta bi Wezareta Malbat Xebat û Sosyalê ew ê bikeve pey berpirsên cînayeta kar.’’