Saziyên sivîl ên Elman xwestin qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, polîtîkaya dewleta Elman a li dijî Kurdan hate şermezarkirin û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hate kirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya saziyên civaka sivîl ên Elman û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li ser krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

SELZER: TEVGERA KURD Û OCALAN HÊZA ÇARESERIYÊ NE

Civîn li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate dayin û bi navê Aktion Dritte Welt Saarê Gertrud Selzer axivî. Selzer destnîşan kir ku qedexeya li ser PKK'ê û polîtîkayên dewleta Elman ên li dijî Kurdan ne yên qebûlkirinê ne. Selzer got, "Li şûna ku dijberî li Kurdan bê kirin, divê qedexeya li ser PKK'ê ji nû ve bê nirxandin. Ya ku bi xurtî li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Yê ku li Rojhilata Navîn pêşniyara çareseriyê dike, nêrînên Birêz Abdullah Ocalan in. Lewma qedexeya li ser PKK'ê tiştekî nakok e. Em bang li hikumeta Saarlandê dikin ku li şûna zextê li Kurdan bike, bila bin ûnerên NCDK'ê re diyalogê deyne."

Selzer bal kişand ser berxwedana Efrînê û destnîşan kir ku bazirganiya çekan a ku hikumeta Elman bi dewleta Tirk re dike rê li ber komkujiyan vedike.

NOBERT: DIVÊ QEDEXE WERE RAKIRIN

Bi navê Saziya Penaberan a Saarlandê parêzer Peter Nobert nirxandineke hiqûqî kir û nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê da. Nobert diyar kir ku ev qedexe jiyana Kurdan tengav dike û xwest, qedexeya li ser PKK'ê derhal bê rakirin.

AKDOGAN: SIYASETA GEMARÎ WÊ BÊ ENCAM BIMÎNE

Ji NCDK'ê Dîlan Akdogan jî diyar kir ku li gel zext û qedexeyê jî wê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Ev siyaseta gemarî ku bi dewleta TC a dagirker re bi hevkarî tê kirin, wê nikaribe rastiya gelekî înkar bike."

Akdogan got, wê bikin ku berxwedana Efrînê li kolanên Ewropayê deng vede.