Saziyên li Ewropayê banga ‘4’ê Mijdarê’ kirin

Saziyên li Ewropayê banga meşa Dusseldorfê ya 4’ê Mijdarê kirin. Li Ewropayê gelek saziyan derbarê meşa navendî ya Dusselfdorfê ya 4’ê Mijdarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê 4’ê Mijdarê hemû nasnameyên cihê, komên baweriyan, şoreşger, demokrat, sosyalîst li dijî faşîzma AKP’ê û ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên azadiyê mil bidin hev û li dijî faşîzmê bi dengekî xurt dirûşman biqêrin.

NÛNERÊN VÎNA BI MILYONAN HATIN GIRTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Tam beriya niha bi salekê, 4’ê Mijdara 2016’an di şexê Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de parlamenter, şaredar, di serî de nûnerên Kurdan, nûnerên nasnameyên cihê, komên bawewriyê û hêzên demokrasiyê ku bi berdêlên giran hilbijartibûn ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve hatin binçavkirin û hate xwestin ku ji qada siyasetê werin tasfiyekirin’’ û bi domdarî hate gotin, ‘’Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku jiyana demokratîk û birûmet diparêzin, ji ber şantaja li Elmanya ya Erdogan têne binpêkirin û bi rengekî neheq têne krîmînalîzekirin. Cezayên giran li siyasetmedarên Kurd û Tirk dibirin. Di serî de Kurdên li Ewropayê, şoreşger, demokratîk, sosyalîst divê xwedî li vê sekna birûmet xwedî derbikevin. Ev xwedîderketin peywira binamûsbûn, birûmetbûn, welatparêz û şoreşgerbûnê ye.’’

‘JI OCALAN RE Û JI GIRTIYÊN POLÎTÎK RE AZADÎ’

Saziyan diyar kirin ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên polîtîk dixwazin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi operasyoneke gladyoyê ya NATO’yê  hatiye girtin û ev 19 sal in  li Imraliyê hatiye hepskrin û ev 19 sal in tecrîdeke giran li ser tê meşandin û di statûya rehîneyê siyasî de tê hiştin. Her wiha hate gotin  ev 6 meh in têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji malbat, parêzer, rêxistin û gel bi temamî û bi rengekî ne hiqûqî hatiye qutkirin û li ser polîtîkayên taloke yên rejîma faşîst hene.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: 

‘’Divê li dor daxwaza ‘’Parçekirina Pergala Îmraliyê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ji hemû girtiyên siyasî re azadî’ em hemû hêzên xwe bikin yek û tevbigerin. Hemû nasname, komên baweriyê, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Asûrî, Ermen, Ermen, laîk, jin, ciwan, jin, kedkar, Elewî, Êzîdî, roj ew roj e ku em mil bi mil bê navber em li dijî faşîzmê serê rakin. Li dijî yên ku vîna gelên me desteser kirine 4’ê Mijdara 2017’an divê em bi deh hezaran tevlî meşa navendî ya Ewropayê bibin û mil bi mil li dijî faşîzmê divê em dirûşmên xwe biqêrin.’’

ÊN KU ORGANÎZE KIRINE

Derbarê baskên ku wê li hev bicivin jî agahî wiha hate dayin: ‘’Baskê Sor: Frîedrîch-Ebert Str. Baskê Kesk: Knîebrûcke’’. Destpêka saeta meşê: 10.00.

Ên ku meş organîze kirin:

KCDK-E, AvEG-KON/ A ,TJK-E ,ATIK, NAV-DEM, HDK-A ,ADHK
JINA NÛ
YDG / Yeni Demokratik Gençlik -Ciwanên Demokratîk ên Nû
SKB / Sosyalist Kadınlar Birliği - Yekîtiya Jinên Sosyalîst
YS / Young Struggle
Yaşanacak Dünya - Cîhaneke lê bê jiyîn
MDDK / Mezopotamya Demokratik Değişim Kongresi (Asuriler) -Kongreya Guherîna Demokratîk a Mezopotamanyayê (Asûrî)
FEDA / Federasyona Demokratîk a Elewiyan
ADEF (Avrupa Demokratik Dersim Birlikleri Federasyonu -Federasyona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê)
SYKP / Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi - Partiya Rizgariyê ya Jinûve ya Sosyalîst
FDG / (Avrupa Dersim Dernekler Federasyonu -Federasyona Komeleyên Dersimê li Ewropayê)
CIK / Civaka Îslamî ya Kurdistanê 
NAV-YEK /
Yeşil Sol Parti - Partiya Çep Kesk
Devrimci Parti - Partiya Şoreşger
ISKU
YXK (Yekîtiya Xwendkarên Kurd)
KOMEW (Komeleya Winda û Mexdûran)
Meclîsa Êzîdî ya Şengalê ya Derveyî Welat
Însiyatîfa Mereşê ya Ewropayê
Însiyatîfa Kurecikiyan a Ewropayê
Dersîmî Yenîden înşa - Ji nû ve avakirina Dersimê
Dusseldorf fur Kurdistan
IL- Intervenstionische Linke
FIDEF (Federal Almanya Isci Dernekler Federasyonu -Federasyona Komeleyên Karker li Elmanya Federal)
TATORT - KURDISTAN
AKKUSTAN
KV Die Linke Dusseldorf
NRW Landesverband Die Linke
PYD -Ewropa
Zagros Platformu -Platforma Zagrosê
PEKAN / Platforma Enetoliya Navîn