Saziyên Elewiyan girtina TV 10 şermezar kirin
Saziyên Elewiyan, pîrên wan û hunermendê wan girtina 23 qenal û radyoyên muxalîf ku di nav de TV 10 jî hebû, li Meydana Galatasarayê bi çalakiya bi tembûrê û gotinî protesto kirin.
Saziyên Elewiyan, pîrên wan û hunermendê wan girtina 23 qenal û radyoyên muxalîf ku di nav de TV 10 jî hebû, li Meydana Galatasarayê bi çalakiya bi tembûrê û gotinî protesto kirin.
Di çalakiyê de ku wekîlên HDP’ê û CHP’ê û rêxistinên sosyalîst û demokratîk amade bûn, Elewiyan gotin, ‘’em ê radest nebin’’
Saziyên Elewiyan û pîr û hunerman li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û girtina TV 10 şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘’Hûn nikarin Elewiyan bêdeng bikin’’ hate vekirin. Wekîlên HDP’ê Erdal Ataş, Ahmet Yildirim ên CHP’ê Hîlmî Yaricî, Onursal Adiguzel, Hevserokên HDP’ê yê Bajêr ên Stenbolê û gelek kes li çalakiyê amade bûn. Rêveberê TV 10’ê Huseyîn Kalecî daxuyanî da û got, ‘’Em dixwazin çanda Elewî ragihînin. Di vê rêyê de dema ku me behsa hezkirin, xweşbînî, heqê mirovan dikir ekranên me hatin tarîkirin. Gelo sûcê me ew bû em gel agahdar dikin an jî me veder bikin û dengê me bibirin? Em biryara vê ji raya giştî re dihêlin.’’
EM Ê RAJÊR NEBIN!
Serokê Rêveberiya Weşanê yê TV 10’ê Velî Buyukşahîn got, ji bo ku ew rajêr nebûne televizyona wan hatiye girtin, gotina Îmam Huseyîn a li Kerbalê bi bîr xist ku ji nasê xwe re gotibû, ‘’Heke hûn bibînin ku serê min hatiye jêkirin, bizanibin sedema vê ew e ku ez rajêrî Yezît nebûme’’ û got Elewî wê xwe rajêr nekin.
EM Ê LI HER DEVERÊ LI BER XWE BIDIN!
Di çalakiyê de Metîn Karataş jî axivî û peyam da ku ew ê li her deverê li ber xwe bidin. Karataş diyar kir çanda Elewiyan a ku li axê hatiye çandin Muaviye û Yezîdê îro wê nikaribe hilbike û got, em ne tenê li Tirkiyê Elewî ne, em li Afrîkayê siyahî, li Emrîka çermsor in û li Avûsturyayê Aborjîn.