Sazî û Rêxistinên Şengalê: Ev êrîş temamkirina fermana 73'an ne
Sazî û Rêxistinên Şengalê bi daxuyaniyekî hevpar helwesta xwe li dijî dagirkeriya komên çeteyên PDK û AKP'ê eşkerekirin û diyarkirin ku vv pîlana temamkirina fermana 73. ne
Sazî û Rêxistinên Şengalê bi daxuyaniyekî hevpar helwesta xwe li dijî dagirkeriya komên çeteyên PDK û AKP'ê eşkerekirin û diyarkirin ku vv pîlana temamkirina fermana 73. ne
Sazî û Rêxistinên Şengalê têkildarî hewldanên dagerkeriya komên çekdar yên ser bi PDK’ê de ku xwe weke pêşmergeyên rojava bi nav dikin, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û gotin:“Ev plana temamkirina fermana 73’yan e. Dixwazin rêya di navbera Rojava û Şengalê de bi temamî bigirin û ambargo deynin ser Şengalê. Ew pêşmergeyên PDK’ê yên em hiştin û reviyan em li Şengalê naxwazin.”
Gelê Êzidî piştî ku cenazeyên şehîdên xwe li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan oxir kirin, bi tevlîbûna sedan kesî daxuyanekî hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Şengal, Partiya Demokratîk û Azadiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Hecî Hesen ve hate xwandin.
Hecî Hesen diyar kir ku buyerên dawî yên li Xanesorê qewimîn di encama serdana Serokê PDK’ê Mesud Barzanî ya li Tirkiyeyê de çêbûye û wiha got: “Ev bûyer pêkanîna perspektîf û fermanên Erdogan bûn, bi rêya PDK’ê li Şengalê da pêk anîn. Ev hêzên çete yên xwe weke ‘Pêşmergeyên Roj’ bi nav dikin, ji penaberên Kurdên Sûrî, MÎT’a Tirk, çeteyên DAIŞ’ê pêk dihatin ku ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatibûn perwerdekirin. Ev hêz îdia dikirin ku wê li dijî DAIŞ’ê şer bikin û Êzîdxanê biparêzin. Lê berovajiyê wê êrîş kirin ser Êzîdiyan. Bajarokê Xanesorê bajarokekî rizgarkirî ye, dibin kontrola YBŞ’ê de ye û herêmek aram e. YBŞ hêzêk ji keç û xortên Êzîdî pêk tê. Xwedî bawerî ne û berxwedêr in. Bi awayeke birêxistinkirî Êzîdxanê diparêzin û şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin.”
Hesen armanca komên çekdarên PDK’ê jî wiha anî ziman: “Ger armanca pêşmergeyên Rojava şerê li dijî DAIŞ’ û tolhildana dayik û xwişkên Êzidiyan yên ketine destê DAIŞ’ê de û şehîdên femana 73’an ba, dikarîn berê xwe bidana Rojhilatê Şengalê ku niha li hindek cihan pêşmerge lê hene û hindek deverên Başûrê Şengalê rizgar kiribana. Lê mixabin ew pêşmergeyên li wan deveran bi cih bûne, dîsa alikariya kesên bi DAIŞ ve girêdayî û di femanê de rol lîstine dikin, wan direvînin li Başûr bi cih dikin. Nimûne çeteyên gundê Qabûsê di sala 2015’an destpêka operasyona rizgarkirina Musilê de pêşmergeyan rê ji çeteyan re vekir û Heşdî Şeebî bersîva vê yekê da.”
Hesen bang li rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî jî kir û got: “Ji bo van sedeman em bangewazî li Neteweyên Yekbûyî û dewletên xêrxwaz dikin ku nehêlin carek din Êzidî werin qirkirin û di fermanê re derbas bibin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku alîkariya xwe ji bo pêşmergeyan rawestînin. Ji ber piranî vê alîkariya ku ji pêşmergeyan re hatî bi navê parastina Êzîdiyan hat wergirtin lê, mixabin ev çek û sîleh niha li hember Êzîdiyan bikartînin û hewl didin ku ku xelkê me yê li Êzîdxanê mayî jî mecbûr bike û ji warê bav û kalên wan derxe.
Em bang li hukûmeta Îraqê dikin ku helwesta xwe ya ji bo diyar kirina çarenûsa Şengalê eşkere bike. Pîştî hukumeta Seddam Hisên hatî rûxandin û heta niha çarenûsa Şengalê ne diyare. Divê alîkariyek pêwîst ji bo YBŞ’ê û ya her hêzên din yên serbixwe jî bike ku heta Êzîdî bikarin xwe ji êrîşan biparêzin û hebûna xwe bixe garangiyê. Em bang li gelê herêma Kurdistan û partiyên siyasî jî dikin ku helwesta xwe ya di mijara êrîşa li ser Şengalê de eşkere bikin. Xwe zelal bikin. Carek din em bang li Mîr Tehsîn Beg, Baba Şêx û Meclîsa Ruhanî dikin ku bi awayeke serbixwe û dûrî hemû siyaset û berjewendiyên hindek aliyan helwest û biryarek serbixwe bidin. Her wiha em ji bo muxtar û serokên êlan ku roj û şev bi navê gelê Êzidî diaxivin, dibêjin ew tenê xwe temsîl dikin. Gelê Êzîdî tenê dikare bixwe temsîla xwe bike û bi navê xwede biaxive. Herkes dizane ku di rojên zehmet de pişta xwe dane gelê Êzîdî, niha jî ew gelê êzîdî temsîl nakin.
Ji bo lîstokên dem kurt birêz Qasim Şeşo kirine fermandar û hêza Heyder Şeşo tevlî pêşmergeyên herêmê kirin. Em bang li vê hêzê dikin ku dest ji ew ên ku di 3’ê Tebaxê de gelê me hiştin, berdin. Ji ber me vêya ji bîr nekiriye.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Helwesta me ya ji bo avakirina Xweseriya Damokratîk û bi awayeke serbixwe ji bo rêvebirina herêma Şengalê û girêdayî hikûmeta Îraqê. Ji ber em ji pêşmergeyan bêbawer mane û ew bûn sedem ku ferman bê serê gelê me, pişta xwe dan zarok û gelê sivîl hiştin nava destê DAIŞ’ê de ku komkujiyan pêkbîne û bê berxwedanî reviyan. Lewma em dixwazin hêza pêşmergeyan ji Şengalê bikişînin û taybet pêşmergeyên PDK’ê. Ji bo ferman dubare nebe em ji hikûmeta navendî dixwazin hêza YBŞ'ê di milê çekan û hêjmarê de were çalak kirin.
1-Berdewamkirina fermana 73’an û qirkirina miletê Êzîdî yên li Şenagalê.
2-Dorpêçkirina Şengalê û ji bo pêwîstiyên jiyanî neyên Şengalê rêgirtina rêya di navbera Şengal û Rojava de. Weke tê zanîn rêya Sihêla ya di navbera Başûr û Şengal’ê de PDK girti ye.
3- Armancên din hene ku bi awayeke xuya dike ne girêdayî Xanesorê ye. Lê, di naverok de ji hev ne cûda ne. Berjewendiyên Erdogan bi rêya Barzanî pêk tînin. Ew jî şerê birakujiyê dertêxe ku çarenûsa Kurdan têk bibe û destkeftiyên Bakûrê Sûriyê ku gel bixwe bidestxistiye têk bibe. Ji ber vê yekê hêzên YBŞ’ê rê lê girt û nehişt van planên qirêj pêkbîne. Heta niha hêza YBŞ rê li hember hêza pêşmergeyên Başûr negirteye û hêza pêşmerge li her derê Şengalê heye. Ji bo vê yekê hêza YBŞ li hember van êrîşan rawestiya û nehişt planên wan e qirêj pêk were. Van hêzan weke çeteyan bi çekên giran êrîşî Xanesorê û hêza YBŞ’ê kir, di encamê de 5 şervanên YBŞ, 2 endamên HPG’ê şehîd xistin. Piştî wê YBŞ mecbûr ma bersîv bide da ku komkujiyek di nav sivîlan de pêk neyê."