Sarp Kuray: Ev ceza siyasiye
Sarp Kuray: Ev ceza siyasiye
Sarp Kuray: Ev ceza siyasiye
Sarp Kuray yê ji nifşê 68’an ji doza ku dihat darizandin dîsa tahliye nebû. Kuray ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê bi telekonferansê tevli danişînê bû. Mehmet Bulent Ozbek yên ku ji doza 16’ê hezarî berdayî tê darizandin wek şahid hat guhdarîkirin. Ozbek got ji Sarp Kuray tu talîmata çalakiyan negirtiye. Ligel vê jî nehat tahliyekirin û doz taloqî 10’ê îlonê kirin.
Di soza ‘Tevgera 16’ê hezîranê de’ ya ku 20 sale didome û li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin, heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir û dosyaya dozê, ji bo amadekirina mutalaya wê şandin Dozgeriya Komarê.
Danişîna Sarp Kuray li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. 5 parêzerên Kuray amade bûn. Sarp Kuray bi telekonferansê tevli danişînê bû.
Hevsera wî Nur Surer, keça wî û hevalên wî yên ji nifşên 68’an tevli danişînê bûn. Her wiha ji doza 16’ê hezîranê Mehmet Bulent Ozbek jî wek şahid hat guhdarîkirin.
MIN JI KURAY TALÎMAT NEGIRT
Ozbek da zanîn ku wî bi tu awayî ji Kuray talîmata çalakiyê negirtiye û got îfadeya midûriyeta polîsan ne aydê wî ye û got di bin îşkenceyê de bi îmze dane kirin. Ozbek go îfadeyên dozgerî û midûriyetê bi naqokin.
BIRYAR NE HIQÛQIYE SIYASIYE
Parêzerê Kuray, Altan Gorkem Gurcan got ev 20 sale Ozbe îfadeya xwe ya midûriyetê qebûl nake. Gurcan got di dema bûyerê de Sarp Kuray li derveyê welat bûye.
Sarp Kuray jî bi telekonferansê tevli danişînê bû û got ev cezayê lêh atiye birîn bê hiqûqiye û biryarek siyasiye. Heyeta dadgehê danişîn taloqê 10’ê îlonê hat kirin.