Sariyildiz nûçeya me ya 'pevçûna polîs-leşkeran' ji Davûtoglû pirsî

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz nûçeya me ya li ser 'pevçûna di navbera polîsên tevgera taybet û leşkerên nexwestin derketin operasyonê de', xist rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz nûçeya me ya li ser 'pevçûna di navbera polîsên tevgera taybet û leşkerên nexwestin derketin operasyonê de', xist rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê mijarê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.

Sariyildiz di pêşniyar pirsê de bal kişand ser nûçeya rojnamevan Bakî Gul a 16'ê Gulanê li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hat weşandin ku tê de dihat ragihandin di navbera polîsên tevgera taybet û leşkerên li dijî berfirehkirina operasyonê derdiketin pevçûn rû daye û di encamê de 3 berbaz û 5 polîsên tevgera taybet mirine.

Sariyildiz ji Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide:

"Îdîayên li ser pevçûna mijara gotinê rast in? Ji bo lêkolînkirina îdîayê ti lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Gelo rast e ku ji bo bûyer neyê bihîstin ji malbatên berbazên mirine re 250 hezar lîre, ji yên birîndar re jî 125 hezar lîre pere hatiye pêşniyarkirin?

Leşkerên di vê pevçûnê de mirine serbaz Mehmet Yildiz, Mehmet Yaşar û leşkerê bi navê Volkan li Fermandariya Jendermeyan a Gever û Şemzînanê qeydkirî ne yan na?

Rast e ku leşker û polîsên di pevçûnê de birîndar bûn li nexweşxaneyeke li Bûrsayê hatine tedawîkirin?

Li Colemêrgê di nava 2 mehan de hejmara leşker û polîsên di bin navê ziyanê de mirine, çiqas e?

Tevî agirbestê jî çima li hemberî PKK'ê operasyonên leşkerî tên kirin? Di nava 2 mehan de li hemberî PKK'ê çend operasyonên leşkerî hatine kirin? Di van operasyonan de çend leşker û gerîlayan jiyana xwe ji dest dane?"