Sariyildiz li Neteweyên Yekbûyî qala komkujiya Cizîrê kir
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Neteweyên Yekbûyî, ji nûnerên dewlet û saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî re qala komukjiya li Cizîrê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Neteweyên Yekbûyî, ji nûnerên dewlet û saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî re qala komukjiya li Cizîrê kir.
Di civînên 33. Rûniştina Mafên Mirovan a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, nîqaşên li ser binpêkirina mafên mirovan dewam dikin. Saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî yên beşdarî van civînan dibin, di heman demê de ji bo balê bikişînin ser asta binpêkirina mafên mirovan a li welatan, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de panelan lidar dixin.
Di vê çarçoveyê de rêxistina mafên mirovan a bi navê World Citizen ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistanê, li Neteweyên Yekbûyî (NY) panelek lidar xist. Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê û Komeleya Piştgirî û Mafên Mirovan a Swîsreyê jî piştgirî dan vê panelê. Ji şahidên herî nêz ên komkujiya Cizîrê Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û nivîskar Ahmet Nesîn weke qiseker beşdarî vê panelê bûn û agahî dan.
SARIYILDIZ JI NÛNERÊN DEWLETAN Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE QALA KOMKUJIYA LI CIZÎRÊ KIR
Nûnerên Rûsya, Belçîka û Swêd ên li Neteweyên Yekbûyî weke guhdar tevlî vê panela li ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û komkujiyên li Kurdistanê bûn. Her wiha nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî jî li panelê amade bûn.
Di heman demê de nûnerê yekîneya taybet a Neteweyên Yekbûyî ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatiye wezîfedarkirin, beşdarî panelê bû.
'DEWLETA TIRK LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ, MIROV ŞEWITAND'
Di panelê de ku moderatoriya wê Mehmet Mûtlû kir, ewilî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî. Sariyildiz komkujiya li Cizîrê careke din xist rojeva Neteweyên Yekbûyî. Sariyildiz naveroka axaftina xwe ya li civînên 33. Rûniştina Mafên Mirovan a NY bibîr xist û got, "Theodor Adorno piştî bûyerên li kampa Aûschwîtzê ku nîşaneya qirkirina bi serê Yahûdiyan de hatiye, dibêje; 'nivîsandina helbestê edî barbarî ye'. Gunehê li Aûschwîtzê hat kirin, hê jî ruhê malbata mirovahiyê dêşîne. Di rewşeke bi vî rengî de Derya Koç di Sibata 2016'an de bi rêya telefonê beşdarî weşana qenalên televîzyonan bû û got, 'Beriya niha bi kêliyekê benzîn bi ser 20-25 kesên li jêrzemînan bûn kirin û ew şewitandin. Em 25 kes niha li qatên 1. û 2. in. Wê niha me jî bişewitînin'. Û piştî hefteyekê cenazeyê Derya radestî malbata wê kirin."
Sariyildiz di dewama axaftina xwe de got, "Li Cizîrê ku ez parlamenterê wê me, di nava 79 rojên qedexeya derketina derve de 257 mirov hatin kuştin ku herî kêm 24 ji van zarok in. Ji ber ku top li taxan dihatin barandin, xwendekarên zanîngehê, hunermend, siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de 143 mirovan xwe li jêrzemînên sê avahiyan girtin û banga alîkariyê kirin. Tevî ku me nav û navnîşanên mirovên xwe li jêrzemînan girtine bi saziyên hikûmet û dewletê re parve kirin, hikûmeta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê agir berdan van mirovan û ew şewitandin." Sariyildiz hovîtiya ku dewletê li Cizîrê kir, careke din raxist pêş çavên Neteweyên Yekbûyî.
'YÊN LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYA LI CIZÎRÊ BÊDENG MAN, BERPIRSYARÊ VÊ KOMKUJIYÊ NE'
Sariyildiz bi rengekî zelal ev hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê vegot. Sariyildiz da xuyakirin, ku di komkujiya li Cizîrê de bandora hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî hebû û destnîşan kir, ku mirov û hêzên di dema komkujî û wehşeta li Cizîrê de bêdeng man û li dijî Tirkiyeyê tiştek nekirin, di vê komkujiyê de berpirsyariya xwe hene.
'DIVÊ DANEKIRIN LI SER TIRKIYEYÊ BÊN FERZKIRIN'
Sariyildiz wiha dewam kir: "Eger Neteweyên Yekbûyî li aramiya cîhanê difikire, divê vî sûcê li dijî mirovahiyê yê li Cizîrê di sedsala 21'an de hatiye kirin, bibîne. Eger dixwaze rewşa li Cizîrê ronî bike, divê bi ser ve biçe. Eger aramiya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn tê xwestin, lazim e Neteweyên Yekbûyî bersiva 'Tirkiye deriyên xwe li me venake' nede. Divê danekirinek li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin. Weke gel mekanîzma di destê me de nîne ku karibin Tirkiyeyê dadgeh bikin. Lê belê Tirkiye niha vediguhere Sûriyeyê. Li Kurdistanê hêrseke gelekî mezin heye. Erdogan nîvekî welêt kiriye dijminê nîvê din. Sibe yan jî dusib, dibe ku ev mirov bikevin qirika hev. Lazim e ji niha ve pêşî li vê were girtin."
'BÊYÎ DERENG BIMÎNIN DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DEST LI TIRKIYEYÊ WERDIN'
Sariyildiz da xuyakirin, ku kêm ma ye ew raporek ji delîlên şênber ên li ser sûcên dewletê li Cizîrê kiriye biqedîne û destnîşan kir, ku ew amade ne van belge û raporan pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin. Sariyildiz got, "Yên ku heta niha me pêşkêşî NY kirin, daneyên şênber bûn. Eger îro Tirkiye naxwaze lêkolînek serbixwe ji aliyê NY ve bê kirin, sedema vê jî hewldana ji bo tinekirina delîlên komkujiyê ye." Sariyildiz diyar kir, divê Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabe û dgot, li cîhaneke mirov lê tên şewitandin, aramî ji kesî re nîne. Sariyildiz bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir, ku bêyî dereng bimînin yekser dest li Tirkiyeyê werdin.
DOKÛMANTERA LI SER KOMKUJÎ Û BERXWEDANA LI CIZÎRÊ HAT NÎŞANDAN
Piştî Sariyildiz nivîskar Ahmet Nesîn mafê axaftinê kir û dûre dokûmanterek ji 12 deqeyan a HDP'ê li ser komkujî û berxwedana li Cizîrê amade kir, hat nîşandan.