Sariyildiz: Li Cizîrê rûmenta mirovahiyê hate binpêkirin

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku li paytext Kopenhang a Danîmarkayê di civîneke gal de axîvî wiha got: “ Divê tim di nava hewldanan de bîn ku qetlîamên li Kurdistanê hatine kirin vebêjin.”

Sariyildiz anî ziman ku li Cizîrê di jêrzemînên berxwedanê de mirov bê çek û bê parastin bûn, wiha got: “Li wir mirovatî hate tinekirin, rûmeta mirovatiyê hate binpêkirin.”

Sariyildiz ê ku li Ewropayê beşdarî rêze çalakî û civînên gel bûn diyar kir ku ji bo qetlîama li Cizîr û bajarên din ên Kurdistanêk hatin pêkanîn vebêjin û bûyerên ku hatin jiyîn baş bên fêrmkirin li virim.

Sariyildiz bal kişan ku divê ev qetlîam û êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêk anîn bi raya giştî re bên parvekirin, di vê wateyê de rolekî pir girîng dikeve ser milên welatparêzên li bajarê Dîasporayê dijîn.

Sariyildiz bi bîr xist ku ji bo ev qetlîama û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê hatin kirin vebêjin divê her kes bikeve nava hewldana û divê piştgirya kampayana ‘Xûşk û Bira’ bikin.

Sariyildiz diyar kir ku li Cizîrê dayîka bi navê Hediye ya ku xwediyê 3 zarokan bû hate qetilkirin û wiha got: “Ji ber ku nekarî kesên ku hatin qetilkirin hê baştir biparêzim her demê giraniya ku li ser milên xwe hîs dikim.”

Her wiha Sariyildiz duh şev li bajarê Horsens ê Danîmarkayê beşdarî civînekî ya gel bû. Sariyildiz wê sibehê jî li Danîmarkayê wê bi rojnamevan û polîtîkaciyan re rêze hevdîtin pêk bîne.

...