Sariyildiz: Gelê Kurd wê ti carî teslîmiyetê qebûl neke
Sariyildiz li civîna gel a li Cenevreyê axivî û diyar kir, ya li Kurdistanê têk çû dewlet e. Sariyildiz destnîşan kir, bi serbilindî li ser piyan e.
Sariyildiz li civîna gel a li Cenevreyê axivî û diyar kir, ya li Kurdistanê têk çû dewlet e. Sariyildiz destnîşan kir, bi serbilindî li ser piyan e.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê beşdarî civîneke gel a li Cenevreyê bû, ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Sariyildiz bal kişand ser berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê dewam dike û da zanîn, berxwedana li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopiya, Gever û gelek navendên din, zîhniyeta qetlîamker ji hev xistiye. Sariyildiz da xuyakirin, Erdogan û çeteyên wî yên li hemberî berxwedana gel têk çûn, li pêş çavên cîhanê sûcê şer kirin.
'GELÊ KURD WÊ XIYANETÊ TI CARÎ QEBÛL NEKE'
Parlamenter Sariyildiz diyar kir, Erdogan ê ku li pêşberî polîtîkaya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan winda kir, welat ber bi şer ve biriye û destnîşan kir, gelê Kurd wê xiyanetê ti carî qebûl neke, roj bi roj li hemberî zîhniyeta qetlîamker li ber xwe bide û vê zîhniyetê pûç bike.
Sariyildiz komkujiyên li Cizîr û li gelek qadên xwerêveberiyê bi fermana Erdogan hatin kirin bibîr xist û got, Erdogan û AKP wê di dawiya dawî de hesabê vê bidin. Faysal Sariyildiz ragihand, Erdogan û çeteyên wî bi zîhniyeteke ji ya DAIŞ'ê mezintir û xeteretir komkujiyan li Kurdistanê dikin û diyar kir, cîhan êdî sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin, dibîne.
'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PROJEYA MALBATA XWIŞK-BIRA'
Sariyildiz da xuyakirin, ku ew komkujî û sûcên şer ên li Kurdistanê dike, di serî de li Ewropa li gelek navendên cîhanê bi rengekî vekirî bilêv dikin û ji her kesên li Ewropayê dijîn xwest, di vî warî de bi berpirsyarî rabin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist, kut evî ewçend komkujiyên giran û xerakirina bajaran jî gelê Kurd ti carî xaka xwe neterikandiye û li ber xwe dide. Sariyildiz bang li her kesên li Ewropayê dijîn kir, ji bo destekê bidin projeya malbata xwişk-bira. Sariyildiz bal kişand deyn û berpirsyariya hemû Kurdistaniyan a ji bo berxwedêrên xwerêveberiyê û got, "Pêwîste gelê me yê li Ewropayê dijî, bi berpirsyariyeke mezin xwedî li projeya malbata xwişk-bira derkeve û van bajarên hatine xerakirin ji nû ve ava bike."
Sariyildiz got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe gelê Kurd wê ti carî teslîmiyetê qebûl neke" û destnîşan kir, yê winda bike wê zîhniyeta dewleta faşîst û nûnerê wê Serokkomar Erdogan be.