Sariyildiz: Em destekê bidin kampanya xwedîderketina malbatan a li hev
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tevlî civîna gel bû û ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, banga piştgiriyê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tevlî civîna gel bû û ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, banga piştgiriyê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tevlî civîna gel bû. Sariyildiz da xuyakirin, ku ji her demê bêhtir divê ew xwedî li kampanya xwedîderketina malbatan a li hev derkevin û got, "Em li her cihî, sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê me hatine kirin, vedibêjin. AKP û Erdogan ne tenê belayê li serê gelême ye. Eger pêşî lê neyê girtin wê bibe belayê serê tevahiya Ewropayê. Hê duh li Erdîşê jinek di mala wê de bi saxî şewitandin. Ji bilî zilmê tiştek di destê Erdogan de nema ye. Çiqasî zilmê dike, ewqasî jî bi tenê dibe, bêhna genî jê tê û teşhîr dibe. Me bi Serokê Parlamenta Ewropayê Birêz Schûltz re hevdîtin kir û qala vê rewşê kir. Schûltz da xuyakirin, ku em mafdar in û got, haya wan ji vê heye. Lê belê hay jê bûn, têra pêşîgirtina li zilmê nake. Lazim e Ewropa bi danekirinan helwesta xwe li dijî Erdogan nîşan bide. Di demên bihurî de Hîtler û Mûsollînî çi bûn, îro jî Erdogan heman tişt e. Mûsollînê bi xewn û xeyala Împaratoriya Romayê gel radizan, Erdogan jî bi xeyala Osmaniyan, girseyên gel li dora xwe dicivîne.
Piraniya 143 mirovên me yên li Cizîrê xwendekarên zanîngehê bûn û bê parastin bûn. Cenazeyê piraniya wan jî nîne. Cenazeyên wan avêtin çemê Dîcleyê û hovîtiya xwe careke din nîşan dan."
Sariyildiz destnîşan kir, ku gelê Kurd wê vê yekê ti carî ji bîr neke û anî ziman, cîhanê jî ji bo xatirê têkiliyên xwe yên aborî û siyasî dengê xwe li vê komkujiyê nekiriye.
'KAMPANYA JI HER DEMÊ ZÊDETIR, PÊWÎST E'
Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku gelek navçe û bajarok bi fermana Erdogan bi xwe hatin hilweşandin û wiha dewam kir:
"Li jêrzemînên avahiya, benzîn bi ser ewladên herî bi rûmet ên gelê me kirin û ew bi saxî şewitandin. Li dijî gelê me sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. Gelek malbatên duh bi mal û milk bûn, îro di nava lepên xizaniyê de ne. Erdogan dixwaze bi birçîbûn û xizaniyê gelê me terbiye bike û serî lê bide tewandin. Erka me ye ku em ji her demê bêhtir xwedî li gelê xwe yê mexdûr derkevin. Em dixwazin we bigihînin van mirovan û bi vî rengî bikin ku hûn jî rewşa wan fêhm bikin. Gelê me gelekî bi rûmet e, ku ji nêza bimire jî wê ti carî serî li ber dijmin netewîne. Lazim e gelê me û dostên me yên li dîasporayê dijîn, bi vê bîr û baweriyê tevbigerin û fedakariyê bikin. Di rewşekê de ku ev zilm û zordarî li xwişk û birayên me tê kirin, gelo em dikarin bi dilrehetî bijîn? Zivistan tê, cih nîne ku gelek mirov xwe lê bistirînin. Kêfxweşî jî, êş jî yên me ne. Ji bilî me kesekî me nîne."