Sariyildiz: AKP'ê û Erdogan bingeha jiyanê pûç kirin

Sariyildiz li bajarê Essen ê Elmanyayê, di paneleke Partiya Çep de axivî û got, "Erdogan û AKP'ê bingeha jiyanê pûç kirin."

Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) li bajarê Essen ê Elmanyayê panelek bi sernavê 'Li Tirkiyeyê têkçûna demokrasiyê' organîze kir. Panel ji aliyê Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Essenê Yilmaz Gultekîn ve hate birêveberin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz weke qiseker beşdarî panelê bû.

Sariyildiz da xuyakirin, siyaeta Kurd siyaseteke ji 40 salî ye û her tim biratî û jiyana bi hev re derxistiye pêş. Sariyildiz diyar kir, ji bo demokrasî pêk were wan gelekî hewl dane û got, "AKP'ê û Erdogan bi hev re zemîna jiyanê pûç kirin. Niha li Tirkiyeyê feraseta biratiyê nema ye. Kuştina ciwanekî li Stenbolê ji ber axaftina bi zimanê dayikê, mînaka vê ye. Li Wanê jinek zewicî di mala xwe de hate şewitandin. Li Amedê jineke 75 salî hate kuştin. Dewlet dibêje ew bi awayekî vekirî vê dike. Bingeha biratiyê ji holê rabû, lê tevî her tiştî jî weke siyaseta Kurd em ê her tim demokrasî û aştiyê biparêzin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me ji sedî 13 ê dengan girt. Lewma AKP nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdar. CHP'ê û MHP'ê bi têrkerî mûxalefet nekirin."

Sariyildiz, têkildarî zextên AKP/Qesrê yên li Kurdistanê mînaka Cizîrê da û got, ji sedî 70 ê mirovên li Cizîrê siyaset dikirin hatine girtin, ya hatine kuştin, ya jî hatine koçberkirin.

Parlamenterê Dîe Lînke Andrej Hûnko jî da xuyakirin, ku weke partî wan li Tirkiyeyê hin lêkolîn kirine û ew ê karê xwe yê bi HDP'ê re bidomînin.

Hûnko bibîr xist, ku PKK beriya 5 salan weke tabû dihat dîtin, lê gelê Kurd bi şoreşa Rojava re êdî bi sempatî tê pêşwazîkirin.

Hûnko da zanîn, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de Serokwezîra Elmanya Angela Merkel çû serdana Erdogan û da xuyakirin ku ew ê bi awayekî vekirî destekê bidin wî û got, "Di navbera Erdogan û Merkel de peymanek heye.

Profîla Erdogan di çavê gelê Elman de ji sedî 95 nebaş e. Weke partî, xebatên me yên li ser pirsgirêka Kurd wê dewam bikin û ji bo ev zext biqede, em ê bikevin nava hewldanan. Jİ ber ku li holê qirkirineke cidî heye."