Sariyildiz: AFAD ji bo ola Êzîdiyan ‘yê din’ dinivîse
Sariyildiz: AFAD ji bo ola Êzîdiyan ‘yê din’ dinivîse
Sariyildiz: AFAD ji bo ola Êzîdiyan ‘yê din’ dinivîse
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz pêşnûmepirsek da Cîgirê Serokwezîr ê ji AFAD’ê berpirs Numan Kurtulmuş û got: “ Tê îdîakirin ku di pergala qeydê ya AFAD’ê j bo Êzidiyan kiriye de di îbareya olî de tenê ‘Xiristiyan’, ‘Yahudî’, ‘Îslam’ û ‘Yê din’ hene û ji ber vê sedemê di haneya ol de Êzidiyan li şûna Êzidîtiyê ‘Yê din’ ketiye bin qeydê. Gelo ev rast e yan na."
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê Êzidiyên ku ji qirkirinê reviyane û hatine Tirkiyeyê de banga berpirsyariyê li hikûmeta AKP’ê kir û der barê vê de helwesta hikûmeta AKP’ê anî rojevê. Li gorî daneyên ku Yekîtiya Şaredariya Başûrê Rojhilatê Anatolyayê ji şaredariyan girtiye nêzî 27 hezar Êzidî li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bicih bûne.
Li gorî peymana Cenevreyê ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye divê ji bo kesên ku ji zilmê welatên xwe terk kirine statuya penaberiyê bê nasîn. Sariyildiz da zanîn ku ji bo kesên ku ev statu tê nasîn, ew kes jî welatiyên wî welatî ji mafan feydeyê digirin û got: “Lê mixabin Tirkiye tenê ji bo welatiyên endamên welatên Konseya Ewropayê statuyê dide nasîn. Êzidî û Sûriyeyiyên ku ji ber zilmê ji welatê bûn, di statuya penaberiyê de nayên dîtin.
TIRKIYEYÊ DRAMA MIROVAHIYÊ NEDÎT
Ji bo Erebên ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê kon û konteynir ava kirin. Lê ji bo Êzidiyên ku hatin Tirkiyeyê bêdeng man. Êzidiyên ku divê ji aliyê Heyva Sor, AFAD û Ekîbên Rizgariya Medîkal a Neteweyî (UMKE) bihatana pêşwazîkirin, wisa nehatin pêşwazîkirin û Tirkiyeyê peywira xwe neaniye cih. Şaredariyên DBP’ê kon vedan û cih peyda kirin. Xizmetên tenduristiyê didinê.
Sariyildiz di berdewamiyê ev pirs ji Kurtulmuş kirin:
"Li gorî Peymana Cenevreyê ya 1951’ê ya der barê Statuya Hiqûqî ya Penaberan ku Tirkiyeyê jî ev îmze kiriye divê, rêgez yekser pêk bên. Penaberên Êzİdî li deriyê XabÛrê bi hinceta ku pasaporta wan tune şûnde hatin vegerandin û pêşî li serlêdana paraStina penaberan girtine û ev jî li dijî Qanûna Parastina Biyaniyan e. Pêkanînên ku li dijî penaberên Sûriyeyê nayê kirin, çima li dijî Êzidiyan pêk tê gelo?
Ji bo penaberên Ereb ên Sûriyeyê hatin kon û konteynir hatin avakirin. Çima ji bo Êzidiyan ev nehatiye kirin?
Li Mîdyadê di kampên ku ji penaberê Sûriyeyê hatine avakirin çend Êzidî hene. Belavkirina temen û zayenda van çawa ne?
Di depoyên AFAD’ê de çend kon û prefabrîk hene? Ev çima ji bo Êzidiyan nayên bikaranîn?
Êzidiyên ji deriyê Xabûr û bi rêyên qeçax ketine Tirkiyeyê qeydên wan hene yan na? Niha hejmara Êzidiyên hatineTirkiyeyê çendin?
Gelo rast e ku AFAD’ê Êzidî kirine bin qeydan. Ger rast bin li gorî kîjan giştînameyê ev têkirin? Ji bo xizmeta tenduristiyê ya bo Êzidiyan amadekariya giştînameyekê heye gelo?
Tê gotin ku AFAD’ê di pergala Qeydê de ji bo cihê ji dayikbûna Êzidiyan ‘Yên din’ an jî ‘Sûriye’ nivîsiye, Ev rast e gelo? Ger ev îdia rast be çima ne Iraq, Sûriye an jî ‘Yê din’ hatiye nivîsin?
Tê îdîakirin ku di pergala qeydê ya AFAD’ê j bo Êzidiyan kiriye de di îbareya olî de tenê Xiristiyan, Yahudî, Îslam û Yên din hene û ji ber vê sedemê di haneya ol de Êzidiyan li şûna Êzidîtiyê ‘Yê din’ ketiye bin qeydê. Gelo ev rast e yan na?
Der barê ku rewşa penaberan li gorî standartan bê sazkirin de xebateke we heye yan na?